Zimanê kurdî ji bo gelê kurd hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye!
Zimanê kurdî, ji bo gelê kurd stûna bingehîn a neteweyî ye.
Loma jî divê gelê kurd, têkoşîna herî xurt û dijwar di vî warî de bimeşîne, li dora zimanê xwe bibe xelek û zimanê xwe biparêze.
Zimanê kurdî ne zimanê beşeke civaka kurd, ne zimanê ku tenê di bernameya partiyeke siyasî de cih bigire û tenê ne zimanê çîneke civaka kurd e.
Zimanê kurdî, zimanê tevahiya gelê kurd e.
Çawa ku serdest û desthilatdar ji bo tunekirina çand û zimanê kurdî polîtîkayên bişaftin û înkarê dimeşînin, pêwîst e hemû kurd jî ji bo parastina ziman û çanda ku sedema hebûna wan e, têkoşîna xwe xurtir bikin û li dora van nirxên xwe yên neteweyî yekitiya xwe ava bikin.
Azadiya zimanê kurdî, ji bo jin û mêr, dayik û bav, zarok û ciwan, sazî û dezgeh, komele û sendîkayên ku dibêjin em ji bo maf û azadî, dîrok û xweza, pêşxistina têkoşînê, pêkanîna xewn û xeyalên cangoriyên welat, girtiyên zindanan, keda kedkaran, nasnameya azad a gelê kurd xizmetê dikin, xebatê dimeşînin, armanca sereke, mijar û meseleya man û namanê ye.
Zimanê kurdî havên û xerca hevgirtin û yekitiya gelê kurd a çar aliyên welat û cîhanê, wate û sembola statuya siyasî ya gelê kurd e.
Bi vê wate û girîngiya xwe, têkoşîna azadiya çand û zimanê kurdî, peywir û berpirsiyariya wijdanî, exlaqî, welatperwerî û welatparêzîyê ya her kesê/a ku dibêje ez kurd im e.
Exlaq wijdanê civakê, çand, parastina civakê, perwerdehî parêzvanê civakê, ziman jî nasnameya civakê ye.
Pêwîst e her kurdeke/î bi rûmet û xwedî hişmendiya neteweyî, ji bo civakeke kurd a xwedî sinc û statû, nasname û jiyana azad, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, azadiya zimanê kurdî ji xwe re bike hinceta bingehîn a seferberiya azadiya zimanê kurdî û têkoşîna man û nemanê.
Ji ber ku çand û ziman, hêmanên bingehîn ên hebûna gel û neteweyan in.
(Dê bidome)