Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mirov tenê li nav PKK’ê dikare azad bibe

Gerîlayên YJA Starê têkildarî salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê axivîn û diyar kirin ku mirov tenê li nav PKK’ê dikare azad bibe

Gerîlayên YJA Starê têkildarî salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê axivîn û diyar kirin ku wan jiyana rastîn li nav PKK’ê dîtine û di nav vê jiyanê de ew berevaniyê li gelê kurd û xaka Kurdistanê dikin

Gerîlayên YJA Starê bîr û boçûnên xwe vegotin.

Avesta Cûdî: Gotin têrê nakin ku mirov behsa PKK’ê bike. Jiyaneke nû da civakê. Li vê jiyanê mirov dibêje qey mirov nû ji diya xwe dibe. Min jiyana rastî li nav PKK’ê dît. Ji hêla beden û ruhî ve tenê li nav PKK’ê aram in. Her kes dizane jiyana li nav pergalê ne jiyana rastîn e. Li nav pergalê mirov ji hêla fizîkî ve heye lê mirov pê dizane ku ji hêla ruh û dil ve nîne. Mirov tenê li nav PKK’ê dikare azad bibe.

Canfeda Rûbar: PKK ji bo min bilindcihê mirovan e. Fêhmkirina rastiya Rêbertî û mirovahiyê ye. Her çendî me Rêbertî nedîtibe jî, me PKK bi pirtûkên Rêbertî nas kiribe jî, PKK me zêdetir nêzî wî dike û dike ku mirov xweştir xwe nas bike.

PKK dike ku mirov hez bike, hêvî bike û bi ser bikeve. Dike ku mirov ji bo jiyan û dozekê bijî. PKK ji bo me xwe gihandina bilindcihan e.

Stare Stêrk: PKK rêya azadiyê ye. Min li nav PKK’ê azadbûn dît. Dema ku tev li nav gerîla bûm min got xwezîka ji berê ve min PKK nas bikira û tevlê bibûma.

Li nav civakê jin nikarin xwe vebêjin. Lê li nav PKK’ê me xwe nas kir, em têdikoşin, berevaniyê dikin, PKK’ê ev şans da me.

Em gerîlayên YJA Starê dixwazin têkoşîna xwe geştir bikin. Min nasnameya xwe li nav PKK’ê dît, weke ku nû ji diya xwe bûm. Nikarin jiyana li nav PKK’ê bi gotinan bibêjim, ji ber ku hîseke pir cuda ye. Tu bi jinbûna xwe têyî çiyayan û xwe ji nû ve diafirînî. Mirov tenê dema ku bibîne dikare serwext bibe bê ka PKK ji bo mirov çiye. PKK ji bo min jiyanek e bi xweşikî ye. Em li nav vê jiyanê berevaniyê li xwe, xaka û xwe û gelê xwe dikin.

Zîlan Banê: Ji dema ku tev li nav PKK’ê bûm li ser fikrên Rêbertî sekinîm. Ji ber ku dema ku mirov fikrên Rêbertî hîn dibe mirov azad dibe. Dibe ku ev bi hinan weke propaganda xuya bike lê mirov li nav PKK’ê vê rastiyê dibîne. Mirov dibîne ku kurd çawa bi salan di xewa mirinê de bûn. Niha dibe ku hin kes ketibin rêya xayintiyê lê kurd bi Rêbertî berwedan û têkoşînê tercîh dikin.

Dema ku PKK tê gotin pêşî azadî tê bîra min, dîmena ku pêşî tê ber çavê min Rêber Apo ye. Ji ber ku ev rêxistina ku ev 40 sal in li ser pêyan e wî ava kir. Em jî şervanên Rêber Apo ne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin.

Raperîn Gabar: Weke Rêbertî jî gotî PKK partiya şehîdan e. Ji ber vê PKK hîsên cihê dide mirov. Têkiliyên hevrêtiyê yên li nav PKK’ê tesîra xwe li ser her kesî dike. Li nav PKK’ê jin bêhtir dibin bawermend, xurtir dibin û vîna wan qeyîmtir dibe.

Starê Mitra Cûdî: PKK cihê berxwedan û têkoşîna birûmet e. Hevrêtî, têkoşîn û vîna li nav PKK’ê li tu deverê nîne. Ji vî alî ve PKK ji rêxistinên din cihêtir e. Mirov nikare bi gotinan jiyana li nav PKK’ê vebêje. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar