Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PKK: Mesrûr Barzanî bi devê dewleta tirk diaxive

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK'ê têkildarî nirxandinên Mesrûr Barzanî ya li ser PKK’ê daxuyanî da û wiha got: “Gotina, problema TC'ê bi kurdan re nîne, bi PKK'ê re problema wê heye, divê Rojava ji PKK'ê têkiliya xwe bibire yan na TC'ê ji vê dikare aciz bibe û êrîşê bîne, nîşan dide ku bi devê dewleta tirk diaxive."

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê têkildarî nirxandinên Mesrûr Barzanî yên van rojên dawî daxuyanî da û wiha got: “Gelê kurd ji pêvajoyeke pir girîng a dîrokî derbas dibe. Di demeke wiha de ku têkoşîna azadiyê bi rengekî geş didome û kûr dibe, di serî de mêtingeriya TC’ê, hêzên dijminên kurdan û hevkarên wan vala nasekinin. Derbên gerîlayên azadiyên Kurdisyanê yên li dijî êrîşên dagirker, ên li Avaşîn, Zap û Kurdistanê dewleta TC’ê û hêzên hevkarên wan ditengijîne. TC ya mêtinger û hêzên hevkarên wan ji bo ku têkoşîna azadiya kurdan û statûyê pûç bikin her tiştî dikin. Di pêvajoyeke wiha ya nazik û dîrokî de Mesrûr Barzanî yê PDK’yî ku divê bi bîrewerî û berpirsyariya welatparêz tevbigere, bi daxuyaniyên ku li ser hev dide, nîşan dide bê ka meseleya kurd çima heta niha çareser nebûye û çawa giran bûye.

Di daxuyaniyê de PKK’ê destnîşan kir ku gelê kurd û welatparêzên Kurdistanê bi îbret li daxuyaniyên van rojên dawî yên li Mesrûr Barzanî yê PDK’yî dinêre û ev nirxandin kir: “Heke ev daxuyanî yên ku ji hêla raya giştî ya Kurdistanê ve hatine dîtin navê xwe û îmzeya xwe li ser nebûya, bi teqezî dê weke daxuyaniyên rayedarên TC’ê bihata fêhmkirin. Em bi hêviya gelê xwe ve dihêlin bê ka çi têkiliya van daxuyaniyan bi welatparêziya kurd û Kurdistanê ve heye. Gotina problema TC’ê bi kurdan re nîne, bi PKK’ê re problema wê heye, divê Rojava ji PKK’ê têkiliya xwe bibire yan na TC’ê ji vê dikare aciz bibe û êrîşê bîne, nîşan dide ku bi devê hevkaran, teslîmbûyiyan û her wiha devê dewleta tirk diaxive. Dewleta TC ev 40 sal in li her deverê û her carê vê dibêje. Mesrûr Barzanî yê PDK’yî pir sivikiyê li bîreweriya dîrokî ya gelê kurd û asta hişyarbûna neteweyî dike. Gelê Kurdistanê dizane bê ka kî dost e, kî dijmin e, kî hevkar e, kî welatparêz e û xweş serwextî vê ye. Hemû cîhan jî mêtingeriya emperyal a TC’ê weke taloke-gefekê dibîne lê Mesrûr Barzanî yê PDK’yî ji vê ne aciz e. Rayedarên TC’ê ku ew bi wan re dide û distîne dema ku dibêjin devereke bi navê Kurdistanê nîne jî aciz nabe. Mesrûr Barzanî li şûna ku dagirkeriya TC û êrîşên wê meşrû bike, hewl bide ku çareseriyê ji problên demokrasî, azadî, di belavkirina dahatê de adalet, kar ên gelê başûrê Kurdistanê re çareseriyê bibîne.

Gelê Rojava dê meydanê ji zirtên erzan re nehêle

PDK û Mesrûr Barzanî bi dijminatiya li PKK’ê ne ku tenê dijminên kurdan kêfxweş dike, her wiha zemîna siyasî jî ya ku li ser dimînin, ji holê radike. PKK bi têkoşîna xwe ya nîvsedsalî ji bilî azadiya gelê kurd li tiştekî din nefikirye û nekiriye. Her mewzî û derfeta ji bo Kurdistanê bi dest ve aniye bi berdêlên mezin bi dest ve aniye. Di têkbirina îdeoloîk a DAIŞ’ê de û di tasfiyekirina wê de PKK bi roleke diyarker rabûye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Mexmûrê heta pêş Hewlêrê bi fedayî şer kiriye, nehiştiye ku DAIŞ başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev encamên ku berxwedêriya PKK’ê anî, ji hêla gelê me yê başûrê Kurdistanê ve xweş tê zanîn.

Li Rojava têkçûna DAIŞ’ê bi şehîdbûna bi hezaran gerîlayên azadiyê çêbûye. Gelê kurd, ereb, xiristiyan, tirkmen û çeçen di şerê dijî DAIŞ’ê de ji 10 hezarî zêdetir şehîd dane. Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li ser van berdêl û nirxan ava bûyî dizane dê bi kê re û çawa biaxive.  Her wiha ne Mesrûr Barzanî gelên Rojava dizanin bê ka wê bi kîjan hêzan re muzakereyan bikin.

Mesrûr Barzanî û alîgirên wî li gel ku di şerê dijî DAIŞ’ê û Şoreşa Rojava de tu berdêl nedane jî, bi kê re, dixwazin bazara çi bikin? Gefa Mesrûr Barzanî ya bi renge ‘Têkiliya xwe ji PKK’ê qut bikin, xwe jê vedin, an na wê têkiliyên me ne xweş bin’, ya li ser gel û rêveberiya Rojava, nîşan dide ku bi dev û aqilê TC’ê tevdigere. Di helwesta welatparêzî ya kûr a gelê Kurdistanê de cihê gefên wiha diyar e. Gelê Rojava ku li dijî mêtingeriya TC’ê û hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe daye, wê meydanê ji gefên erzan re nehêle. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dizane bê ka biryara herî baş a derheqê dahatuya wan çi ye, vîna wan a demokratîk dizane.

Têkoşîna azadiyê ya kurd  hevsengên li herêmê diyar dike, di rewşeke wiha de ye. Di pêvajoyeke wiha de divê gelê me li bara provakasyonên pêkan û helwestên meşrûkirina dewleta TC’ê ya dagirker hişyar be û xwedî helwesteke zelal be. Li ser vê bingehê, em PKK diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo ku Kurdistanê ji êrîşên dagirker biparêzin, berevaniyê lê bikin û azad bikin bi rengekî xurttir bidomînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar