Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PDK ciwanên ku li dijî dewlet tirk a dagirker rabûne ceza dike

PDK ciwanên ku di 2019’an li dijî baregeha artêşa tirk a li Şêladiz raperîn kirin û ketin baregehê, ceza dike. Di 18’ê mijdarê de ji wan ciwanan 5 ciwan bi salekê cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Navenda Nûçeyan |

Di 23’yê çileya 2019’an de li navçeya Şêladiz a dikeve Herêma Behdînanê, ji ber bombebarana artêşa tirk a dagirker 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Piştî êrîşê, xelkê Şêladizê di 26’ê çile de rabû ser pêyan û dest bi raperînê kirin. Xelkê Şêladizê bi meşê ketin nava baregehên dewleta tirk a dagirker. Welatiyan baregeh, çek, kel û pelên leşkerên tirk şewitandin. Leşkerên dewleta tirk a dagirker di nava baregeha başûrê Kurdistanê de êrîşî welatiyan kir. Di encama êrîşê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Vê raperîna xelkê Şêladizê tirs xistîbû dilê PDK’ê û artêşa tirk. Hîn PDK tola wê distîne.

Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê bi dest xistine, di 18’ê mijdarê de 5 ciwanên ku berî 2 salan tev li raperîna Şêladizê ya li dijî artêşa tirk bûne, ji aliyê Dadgeha Dihokê ve cezaya salakê li wan hatiye birîn.

Çavkaniya ku agahî dane Rojnewsê ku ji ber ewlehiyê nexwest navî were parvekirin, diyar kir ku 5 ciwan bêyî agahdarkirina pêşwext û diyarkirina dema rûniştina dadgehê, hêzên ewlehiyê li ser mala wan de girtine, birîne dadgehê û ceza kirine.

Li gorî agahiyan dê di rojên pêş de 5 ciwan bi heman hînceta tev li raperînê bûne werin dadgehkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar