Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina civak û jinên azad e’ ya KJK’ê;
20’ê mijdarê saet di 16:00’an de li herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li Geliyê Girê Azad hêzên me yên YJA Starê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serkeftî li hedefên hatine diyarkirin hat xistin.
19’ê mijdarê saet di navbera 23:00-00:00’an de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran bombardûman li qada Çemço ya herêma Zapê kir.
20’ê mijdarê saet di navbera 10:00-17:00’an de li herêma Metînayê qadên Gundê Hirorê û Dola Derarê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.” BEHDÎNAN