Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbatên girtiyan banga xwedîderketinê kirin

Malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin, diyar kirin ku der barê girtiyan de agahî nagirin û ji ber vê bi fikar in û banga xwedî derketinê kirin

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş, bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan şewitiye bên berdan li Baroya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatên ku di 16’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin, di roja 6’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Îro jî xizmên girtiyan Reşahat Ada, Hasîne Guler, Încî Guler, Feyziye Kolakan, Saît Demîr û Hakki Boltan beşdarî çalakiyê bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dersîm Dag, Semra Guzel û Remziye Tosûn serdana nobedê kirin.

Di serdana parlamenteran de, xwişka Hamdûsena Ada ya li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Amedê girtî Reşahat Ada axivî û diyar kir ku der barê rewşa girtiyan de agahî nagirin û wiha got: “Em weke malbat bi fikar in. Divê em li wan xwedî derkevin. Em ê ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. Êdî bes e.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî anî ziman ku tedbirên tekildarî pandemiyê li her derê hatine rakirin lê li girtîgehan didomin û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Hemû pêkanînên şerê taybet in. Bêhiqûqiya li dijî we û Îmraliyê li her derê xwe dide der. Îro li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye û ev belavî tevahiya civakê bûye. Tişta ji destê me bê em ê li qada siyasî bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar