Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li gelek bajaran çalakiyên jinan

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bi çalakî û bernameyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser têkoşîna birêxistinkirî û banga teşhîrkirina polîtîkayên dijminanê yên li dijî jinan kirin

Navenda Nûçeyan |

Çalakî û bernameyên jinan ên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinan de berdewam dikin. Îro jî jinan li gelek navendan çalakî li dar xistin û bal kişand ser tundiya li dijî jinan û banga teşhîrkirina polîtîkayên dijminanê yên li dijî jinan kirin.

Li Wanê Komeleya Jinan a STAR’ê xwest ji bo 25’ê Mijdarê li ber avahiya xwe çalakî lidar bixe. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê ku bi salan e didome têketina avahiyê girtin û astengkirin ku rojnameger kişandinê bikin. Polîsan ji bo demekê nasnameyên rojnamegeran desteser kirin. Ji ber ku derketina wan derve hat astengkirin jinan li têketina avahiyê daxuyanî dan. Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Wanê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Endama Komeleyê Serap Guvenç axivî û bal kişand ser têkoşînan jinan a li dijî polîtîkayên li ser wan tên meşandin.

Di dawiya axaftina xwe de Guvenç daneyên tundî, tacîz û destirêjiyên ku di nav salekê de li dijî jin û zarokan hatine kirin parve kirin.

Colemêrg

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, ji bo 25’ê Mijdarê li navçeya Çelê daxuyanî da. Meclisa Dayikên Aştiyê, hevserokên HDP’ê yên Colemêrg û navçeyên wê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Sînem Seven axivî. Seven diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan bênavber didomin û got ku di dîrokê de tim tundî bi destê zilam, desthilat û dewletê pêk hatiye.

Daxuyanî bi dûrişmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’  û ‘Heke jin azad bibin dê dinya biheje’ bi dawî bû.

Agirî

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Agiriyê, li avahiya xwe sînevîzyona ku têkoşîna jinan têde dihat vegotin nîşan da. Piştî sînevîzyonê jinan serdana pêşengeha wêneyên zarok û jinan kir. Herî dawî ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin.

Şirnex

Li Hezexê jin bi meşa zincîra binevşî bal kişandin li ser jinên ku hatin qetilkirin.

Li Botanê jî xebatên jinan ê 25’ê Mijdarê berdewam dikin. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, Meclisa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê û TJA’yê bi zincîra binevşî meşiyan. Meşa jinan li kolana Turgut Ozal pêk hat. Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên jin ên rêxistinên HDP’ê yên Şirnexê û navçeyên wê, Hevşaredara HDP’ê ya Sîlopyayê Adalet Fîdan û gelek jin tev li meşê bûn.

Jinan di dawiya meşê de daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Hevşaredara Hezexê ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin Songul Erdem axivî û diyar kir ku ji bo ku balê bikişînin ser kuştina jinan wan pêwistî bi vê çalakiyê dîtiye û got ku heta dawiyê ew ê li dijî hişmendiya serdest li ber xwe bidin.

Amed û Stenbol

Her wiha li bajarên mîna Stenbol, Amed, Edene, Mersîn, Îzmîrê jî bi heman rengî jinan çalakî li dar xistin û bal kişand ser tundiya ku ji aliyê zilam û dewletê ve li dijî wan tê meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar