Nêrgiz Ismayîl |
Wergera kurdî ya pirtûka ‘Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî’ ya nivîskar Dilşad Murad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat weşandin.
Nivîskar mijara qirkirinên li Rojhilata Navîn bi berfirehî digire dest û qirkirinên bi hovîtiya xwe ketiye dîrokê û ji aliyê gelê herêmê ve tê zanîn, ne tenê weke çîrokekê tîne ziman, nirxandin û analîzeke zanistî dide vê mijara metirsîdar. Ew jî bi pêşkêşkirina nêrîn û analîzeke kûr ji îdeolojiya ku dibe bingeha van qirkirinan, her wiha derewxistina bingehên ku desthilat û rejîm ji xwe re dikin hincet ji bo qirkirinên xwe derheqê miletan de pêk bînin. Destpêkê jî dest bi nîqaşkirin û redkirina bingehên îdeolojiya rejîmên desthilat di Rojhilata Navîn de dike ku ji xwe re ol û netewperestî dikin amûr; ji bo xapandina miletan bi armanca gurkirina şerê di navbera wan de û rewakirina rijandina xwîn û kuştina mirovan.
Paşê nivîskar di pirtûka xwe de li ser rola rejîma navdewletî ya hegemon a domandina şerê di navbera miletan de aşkera dike ku gelek mînakan li ser rola wê ya dermirovî pêşkêş dike.
Nivîskar di pirtûka xwe de behsa gelek qirkirinên di Rojhilata Navîn de dike, bi taybet ser miletên ermen, kurd, suryan, kildan û aşûr.
Di dawiyê de ji bo nivîskar bi rola xwe bi temamî rabe çend xal û rêyên çareseriyê pêşkêşî miletan dike, ji bo bi rêya wê karibin li hemberî siyasetên qirkirina etnîkî rabin. Xalên çareseriyê jî ev in: “Berxwedana giştî, rêveberiyên demokratîk û yekitiya miletan.”
Navê pirtûkê: Di Rojhilata Navîn De Îdeolojia Qirkirina Etnîkî
Nivîskar: Dilşad Murad
Wergera kurdî: Hişyar Murad
Rûpel: 244
Cih û dîroka weşanê: Weşanxaneya Şilêr, Qamişlo-Sûriye, çapa yekem 2021’an