Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin

Endamê HDP'ê yê Hewlerê Hasan Kaçar, ji ber ku sîxurtiya Asayîşa PDK û MÎT'ê qebûl nekir, bi malbata xwe re bi darê zorê ji Hewlerê hat derxistin

Li başûrê Kurdistanê, krîza aborî, siyasî û civakî her ku diçe mezin dibe. Lê tevî vê jî pêkanînên antî demokratîk ên PDK’Ê dewam dikin. Yek ji van pêkanîna jî li dijî Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlerê Hasan Kaçar pêk hat. Kaçar ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin û piştî ku 5 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de dimîne bi malbata xwe re derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Hat ragihandin ku Kaçar 7 sal in bi malbata xwe re li Hewlerê dijî û ji ber ku zext û ferzkirina sîxurtiyê ya Asayîşa PDK û MÎT’a tirk qebûl nekiriye ji aliyê PDK’ê ve bi malbata xwe re bi darê zorê ji Hewlêrê hatiye derxistin.

Der barê mijarê de Kaçar ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût re axivî.

Kaçar anî ziman ku MÎT û PDK’ê gelek caran sîxurtî li wî ferz kirine û wiha axivî: “Ez xelkê Colemêrgê me. Ez ji sala 2015’an heta niha li Hewlerê dijîm. Beriya 2015’an 5 salan di girtîgehê de mam. Ez yek ji girtiyê nexweş im. Ez ji ber ku nexweş bûm hatim berdan. Wê demê li ser bangawaziya birêz Abdullah Ocalan li gel çend hevalên ku rewşa wan a tenduristiyê giran bû hatim berdan. Bi rêbazê siyaseteke xapînok dîsa biryarê girtina me dan. Ez jî ji ber vê derbasî başûrê Kurdistanê bûm û li Hewlêrê bi cih bûm. 2 zarokên min hene. Ev 7 sal bûn li Hewlêrê dijiyam. Di van 7 salan de gef û zextên PDK’ê gelek zêde li ser min hebûn. Gelek caran teklîfên sîxurtiyê li min kirin. Endamên PDK û MÎT’ê ji min re gotin, ‘Tu nexweşî, were li gel me bixebite em ê alikariya te bikin û derfetên te yên jiyanî çêbikin’ Lê min qebûl nekir û min ev polîtîkaya wan a bêexleqî teşhîr kir.”

Em bi zorê derxistin

Di berdewamê de Kaçar da zanîn ku herî dawî asayîşa taxa şêxemerî bi telefonê lê geriya û jê re gotine bi zarokê xwe re here îkematgeha xwe çêbike û ev tişt anîn ziman: “Ez serê sibehê rabûm û ez bi zarokên xwe re çûm. Ez çûm îdareyê min pasaport û ewraqên Neteweyên Yekbûyî (NY) da wan. Ji min re gotin, ‘Ev ev çawa ewraq in? NY dezgeheke xêrxwaziyê ye, ne dezgeheke navdewletî ye. Nikare mafê rûniştinê bide te. Nabe ku tu bi vê ewraqê li Hewlêrê bijî’. Min ji wan re got ‘Her dizek, revokek û endamê MÎT’ê li Hewlêrê dijî. Em çima nikarin bijîn?’ Ji min re gotin ‘Em ê niha çareser bikin’ Ez nêzî 2 seatan li wir mam. Piştre bi zorê em siwarî erebeyan kirin û derbasî Silêmaniyê kirin.”

Ji ber ku sîxurtî qebûl nekir…

Her wiha Kaçar di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Nehiştin ku em kincên zarokê xwe bînin. Niha hewa sar e û zarokên min nikarin li ber vê sarmayê bisekinin. Ez ji vir naçim. Çimkî ev tiştê ku dikin derveyî sincê ye û neheqî ye. Pêwîst e ku saziyên navneteweyî û yên mafê mirovan bertek nîşanî vê hikûmetê bidin. Me dizî nekiriye. Em ji ber ku nebûne sîxurê tu kesî derxistin. Em hevkariya AKP û PDK’ê jî baş dizanin. Hikûmeta PDK’ê weke AKP’ê tevdigere. Pêwîst e ku ev bê şermezarkirin. Ez niha bi zarokên xwe li vir sekinî me û benda alikariyê ne. Em naçin tu deran û em ê li vir bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar