Navenda Nûçeyan |
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ve hatibû destpêkirin de, di 19’ê mijdarê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû binçavkirin. Îfadeya Acar a li miduriyeta polîsan a Meletiyê duh êvarê bi dawî bû. Acar di saetên serê sibehê de sewqî edliyeyê kirin. Acar piştî îfade da dozgeriyê, bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Silhê kirin. Dadgehê Acar bi şertê kontrola edlî serbest berda.