Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dikandarê wanî ku ji Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin

Esnaf Hacî Tûnc ku dema Serokê Partiya Guherîna Tirkiyê (TDP) Mustafa Sarigul serdana Wanê kir, got 'Evder Kurdistan e’ hat binçavkirin

Serokê Giştî yê Partiya Guherîn a Tirkiyeyê (TDP) Mûstafa Sarigul di çarçoveya hin serdanan de li Wanê bi dikandaran re hat gelhev. Sarigul û şandeya pê re danê sibehê bi nûnerên çapemeniya herêmî û neteweyî re hevdîtin kir û pişt re li navçeya Rêya Armûşê serdana esnafan kir. Dikandar Haci Tûnç ê di serdana Sarigul de axivî, wiha got: “Ziman çiqas zêde bin, bextewarî jî ewqas zêde ye. Çanda rojhilat gelek cuda ye. Em rojhilat ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ‘Ev der Kurdistan e’. Beriya hezar, 2 hezar salan ev der Kurdistan bû. Niha jî Kurdistan e. Îtîraz nekin. Yê ku em afirandiye Xweda ye. Xweda kurdî, tirkî û îngilîzî jî dizane.”

Piştî axaftina dikandar Tûnç, Sarigul jî wiha got: “Li ser axa Komara Tirkiyeyê her kes bi azadî qala nîjada xwe, ramana xwe dike.”

Piştî ku Sarigul ji sûkê çû, polîsan bi ser kargeha Tûnç de girt û ew binçav kir.

Beriya niha bi mehekê jî dema ku Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener serdana Sêrtê kiribû, Cemîl Taşkesen ê esnaf gotibû ‘Evder Kurdistan e’ û Taşkesen jî hatibû binçavkirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar