Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

PDK’ê gefa dersînorkirinê li endamên HDP’ê dixwe

Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dersînorkirina malbata Hasan Kaçar a ji Hewlêrê şermezar kir û da zanîn ku niha asayîşa Hewlêrê gefa dersînorkirinê li endamekî wan ê din jî xwariye û bang li PDK’ê kir ku dest ji van kiryaran berde

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê der barê dersînorkirina endamên HDP’ê ya ji Hewlêrê de li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Hikmet Xetîb di serî de dersînorkirina malbata Hasan Kaçar şermezar kir û wiha got: “Ji beriya heşt mehan asayîşa Hewlêrê biryar da malbata Hasan Kaçar ji Hewlêrê derxe. Me li gel Hasan Kaçar serdana asayîşê kir û me xwest sedema wê bizanin. Lê asayîşê tu sedemek ji me re diyar nekir.”

Xetîb da zanîn ji beriya niha Hasan Kaçar serdana nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kiribû û ji Kaçar re gotibûn tu dikarî li Hewlêrê bimînî û got ku lê hikûmeta herêmê guh neda biryara Neteweyên Yekbûyî û bi zorê malbata Kaçar ji Hewlêrê derxist û wiha domand: “Ji bilî malbata Kaçar, asayîşê gef li endamê me yê bi nav ê Gungor Alp jî kiriye ku heta roja pêncşemê (25 Mijdar) ji Hewlêrê derkeve. Asayîşê jê re gotiye ger dernekeve dê bi zorê wî derxin.”

Di dawiyê de jî Xetîb bang li PDK’ê kir ku dest ji van kiryarên xwe berde û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wek HDP ev biryarên li dijî endamên me tên girtin wekî li HDP’ê hatî kirin dihesibînin. Divê gel jî van kiryaran qebûl nekin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar