Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Jin ji bo 25’ê Mijdarê herikîn qadan

Bi sedan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebata 25’ê Mijdarê daketin qadan û li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Navenda Nûçeyan |

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, rêxistina Kongreya Starê ya herêma Firatê meşeke girseyî bi dirûşma ‘Têbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe’ li dar xist.

Di meşê de bi sedan ji jinên kantona Kobanê, navçeya Eyn Îsa, bajarokê Sirînê, Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, sazî û rêxstinên civaka sivîl, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Meşê ji Qada Şehîd Egîd bi berzkirina dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Na ji tundiyê re’ dest pê kir, ber bi qada Jina Azad ve çû û rawestiya. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Pişt re Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro axivî û wiha got: “Em vê rojê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistin û tevgerên jin ên herêmî û cîhanî pîroz dikin. Em dibêjin ku her roj, her meh û her sal rojên me yên têkoşînê ne. Em weke jin pêşeroj, çarenûs û destûra xwe bi destên xwe binivîsin û diyar bikin. Em bi vê wesîleyê banga xwe ji bo jinên azadîxwaz dikin ku em asta têkoşîna xwe mezin bikin, tundiyê bi dawî bikin û azadiya xwe mîsoger bikin.”

Her wiha berdevka Koordînasyona Kongreya Starê Mizgîn Xelîl jî ev tişt anî ziman: “Ev roj di encama têkoşîneke mezin a Xwişkên Mîrabel de hat bidestxistin. Lewra divê ku em xwedî li vê destkeftiyê derkevin. Li ser vê bingehê em weke Kongreya Starê soz didin ku em ê têkoşîna azadkirina jin û sererastkirina civakê berdewam bikin. Em bang li jinan dikin ku li dor projeya azadiyê bicivin.”

Qamişlo

Rêxistina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê di 20’ê mijdarê de rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê dabûn destpêkirin. Gelek çalakî bi boneya 25’ê Mijdrê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hatin lidarxistin. Îro jî meşa mezin a 25’ê Mijdarê li bajarê Qamişloyê bi dirûşma ‘Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe’ hat lidarxistin. Bi hezaran jin beşdarî meşê bûn. Meşa ku ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir heta Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dom kir. Paşê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl axivî.

Xelîl her sê Xwişkên Mîrabel bi bîr anî û wiha got: “Em her sê Xwişkên Mîrabel bi bîr tînin û îro jî berxwadana wan li tevahî cîhanê dewam dike. 25’ê Mijdarê hatiye binavkirin ku roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e û em jî dibêjin roja berxwedan û têkoşîna jinan e. 25’ê Mijdarê roja ku jinan tundî li ser xwe qebûl nekiriye. Dîrokek bi wate ya vê rojê heye. Xwestin destdirêjiyê li ser her sê Xwişkên Mîrabel bikin û bi komployekê hatin qetilkirin. Ji wê rojê heta roja îro berxwedan û têkoşîna jinan li tevahî cîhanê tê kirin. Berxwedana Xwişkên Mîrabel di sala 1999’an de di qada navneteweyî de hat qebûlkirin û bû roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.”

‘Berxwedan û têkoşîna jinan dê her dem zindî be’

Şaha Xelîk diyar kir ku di xwezaya jinan de wekhevî û adalet heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin tu caran koletî û îşkenceyê qebûl nakin, ji ber azadiyê dixwazin. Jin her dem adalet û wekheviyê di nava civakê de dixwazin. Bi hezaran êrîş li ser jinan pêk tê lê li beramberî vê yekê têkoşîna jinan li asta herî jor e. Jin ne namûs in, em dibêjin namûsa me welat û axa me ye. Em li hember zihniyeta desthilatdar a 5 hezar salan derdikevin. Jinên ku tên qetilkirin hemû jî ji ber têdikoşin tên qetilkirin. Têkoşîn û berxwedana me diyar e û mînaka wê jî hêza me YPJ ye. Yên ku çeteyên DAIŞ’ê tune kir hêzên YPJ’ê bû. Em ê bi berxwedan û fedekariya jinan her dem zindî bibin. Em îxanet û zihniyeta desthilatdariyê li hember xwe qebûl nakin.”

 

Şehba

Bi dirûşma ‘Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe’ Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşek li Navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi hezaran welatiyên herêma Efrînê herikîn qadan. Meş ji destpêka navçeya Fafînê dest pê kir û heta qada navçeyê bi berzkirina dirûşman dom kir.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şehbayê Şîraz Hemo di meşê de axivî û ev tişt anî ziman: “Di roja 25’ê Mijdarê de em dibêjin roja hemû jinên têkoşer pîroz be, ez hemû jinên têkoşer silav dikim û dibêjim em bi lêgerînvanên heqîqetê zihniyeta desthilatdar a ku bi pergala zilam hatiye rûniştin têk bibin. Mêrê desthilatdar di şexsê her sê Xwişkên Mîrabel de xwest vîna jinan bişkînin. Lê xwesteka desthiladaran bi cih nebû û ev roj bû roja mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Tundiya li ser jinan, tundiya li ser civakê ye. Di civaka ku mafê jinan û azadiya wê nîn be, ew civak bê wate ye. Ji ber vê di civaka ku mafê jin û azadiya wê hebe ew civak bi wate û serkeftî ye mohra xwe li dîroka azadiyê dide. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye rêvebirin mohra xwe li dîrokê daye. Hêzên dijberiya azadiya jinan deverên ku jin tê de serkeftî ne, hedef digirin. Li deverên Dêrazorê jî jinan hedef digirin ji ber jinên kurd û ereb li vir dibin yek. Ji ber ku jinan gotin ‘Em bi hev re yekitiya jinan ava bike’. Di bin sîwana îslamê de jinan hedef digirin. Li deverên ku di bin serweriya dewleta tirk a dagirker de jin ji xwe re kirine armanc.”

Heleb

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşekek girseyî li dar xist. Meş bi dirûşmeya ‘Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin’ ji aliyê Kongreya Star ve hat birêxistinkirin.

Meşê ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmqsûd dest pêk kir, din ava kolanên sereke re dewam kir.

Li qada Cebenat a li rojhilatê taxê, meş veguherî mitîngê. Li wir endama rêveberiya Kongreya Starê Nehla Mistefa axivî û pesnê fedekariyên jinan da ku roleke pêşeng di Şoreşa Rojava de lîstin.

Nehla diyar kir ku şoreşa jinan a ji xwişkên Mirabal dest pê kiriye, bi saya şehîdên wekî Leyla, Fîdan, Zehra, Emîne, Gulê Selmo û Fatima Hecî heta roja îro dewam dike.

Nehla wiha behsa destkeftiyên ku jinan bi dest xistine kir û wiha got: “Rêber Ocalan bang li jinan kir ku daxwaza mafên xwe bikin û xwe ji qeydên koletiyê xilas bikin, dengê xwe bilid bikin û tundiyê qebûl nekin.”

Nehla Mistefa bang li tevahî jinan kir ku hevgirtî bin, têkoşîna li dijî tundiyê bilind bikin û azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

Endama rêveberiya Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sekîne Çerkes jî destnîşan kir ku kuştina Xwişkên Mirabal di rêwîtiya berxwedanê ya jinan de guhertin çêkir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar