Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê

MEBYA-DER’ê serdana Nobeda Edaletê kir. Hevserokê komeleyê Şeyhmus Karadag di serdanê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye ‘Nobeda Edaletê’ ya ku di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 10’emîn de didome. Îro jî rêveberên MEBYA-DER’ê serdana malbatan kirin. Hevserokê MEBYA-DER Şeyhmus Karadag di serdanê de axivî.

Karadag da zanîn ku hemû girtiyên siyasî bi taybet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Girtiyên nexweş ên ji 70 salî mezintir jî nayên berdan. Dibêjin bila miriyên wan ji girtîgehê derkevin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Her wiha di girtîgehê de jî cezayê xwe temam kirine, tevî ku divê bên berdan jî nahêlin. Dibêjin ‘Eger em wan berdin dê li dijî me şer bikin. Dê li dijî me xwe birêxistin bikin’. Bi vê hincetê girtiyan bernadin.”

Rêvebera MEBYA-DER’ê Halîme Topuz jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got ku şert û mercên girtîgehan gelek zor in.

Xwişka girtiyê nexweş Abdusamet Guler, Încî Guler Altindag jî destnîşan kir ku qanûnên heyî ji bo girtiyan nayê sepandin û dema dor tê ser girtiyên wan van qanûnan disepînin.

Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Hakki Boltan jî rewşa niha ku li ser girtiyan ferz dikin, neberdana girtiyên cezayê wan qediyane û nedermankirina girtiyên nexweş û neberdana girtiyên nexweş ne hiqûqî ye û ne jî mirovî ye û got ku divê demildest hiqûq bikeve dewrê û naxwazin ku zarokên wan bimirin.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar