Wisa bi lez daketina xwarê ya nirxên lîrayê Tirkiyeyê, nivîsek Apê Mûsa ya li ser Suleyman Demîrel anî bîra min.
Di wê gotara xwe de, dîsa weke gelek caran bi henekî, kenokî rexneyên xwe yên li ser S.Demîrel dike û dibêje: “Di vê hilbijartinê pêş me de ez ê dengê xwe bidim Demîrel!” Helbet şîrova wê dike ka ji bo çi ew ê dengê xwe bide Demîrel.
Wisa dewam dike şîroveya xwe: “Ma gelo kesekî din heye ku ji Demîrel bêhtir derbeyê li vê dewletê dixe, ma yê xêr di pereyê vê dewletê de nehiştiye û … xistiye nava TL ne ew e?” Her wiha pereyê dewletê weke rûmeta wê ya herî giranbuha jî dide nîşandan, weke namûs û şerefa wê dewletê perêyê wê ye û hwd.!
Îca heman peyv û rexneyên giran, di vê dema hanê de ji bo R.T.Erdogan jî tên gotin. Ji ber ku lîreyê Tirkiyeyê TL her roj ji nirxê xwe dikeve. Nirxê yek dolarê li hember TL’yê derket 13.50 TL, yê yek euroyê derket 15.00 TL’yan.
Em aliyê rexneya Apê Musa ya pêkenîn ku ‘ez ê dengê xwe bidim Demîrel’ deyne rexekê, belê naveroka wê gelek dişibe ya îro ya R.Erdogan. Bêgûman em ê namûs û şerefê, ne tenê bi pereyan bipîvin. Lê pere jî stûn û nîşanek mezin a rûmeta wê dewletê û welatî ye. Rabûn û ketina pereyan, nîşana asta başî û xerabiya jiyana civaka wî welatî jî yekser nîşan dide. Jixwe di vê serdema sermayedariya yekdestî de, ev gotin hîn pirtir derbasdar e.
Tew dewletên mîna Tirkiyeyê ku êdî ketine asta herî xerabtir ji dewletên mîna xwe; weke mînak desthilatî û bazirganî hema hema bi tevayî ketibe destê mafya û çeteyan, êdî mirov dikarê bêje beşera R.Erdogan ji ya S.Demîrel jî gelek xerabtir e.
Wê rojê nûçeyek balkêş hebû; li Ekvadorê, mafya yên bazirganên dermanên hişbirinê, bi hevketine, di şerê wan de herî kêm 68 kes hatine kuştin û gelek birîndar in. Li Tirkiyeyê jî heman şer û pevçûn ketiye navbera çete û bazirganên AKP û MHP’ê. Mînaka A.Çakici, S.Peker, SBK û hwd.
Êdî bi giştî li cîhanê qeyranek mezin a rêveberî û pergalên dewletan hatiey destpêkirin. Jixwe ew gotina Şerê 3’yemîn a Cîhanê ne gotinek ji rêzê ye. Serkêşên wan dewletên alozî û qeyran lê giran bûne, yek jê dewleta AKP-MHP’ê Tirkiye ye.
Weke di serî de hat gotin nîşanek sereke ye, daketina nirxê pereyên dewletekê, lawaz bûn û bêrûmet bûna wê dewletê ye. Her wiha li gel aboriyê, nîşaneya aloziya asayîş û ewlekariyê ye jî. Di encamê de, ev daketina mezin a pereyan li Tirkiyeyê, berî her tiştî nîşandana riziyabûna desthilatiya AKP-MHP’ê ye û bi vê re xerabûna bi giştî aramî û aştiya jiyana civaka wê ye.
Lewma ji bo desthilatiya xwe li ser pêyan ragire R.Erdogan, weke dîn û haran, pêşî li hemû Kurdistanê û paşê êrîşên xwe yên li ser hemû welatên cîran zêdetir kiriye. Heke derfet jê re derdikeve êrîşî welatên dûr jî dike.
Lê wisa diyar e êdî tara bêjingê li serê wî teng dibe. Jixwe hem zêde derfetên şerê dûr jê re nemaye û hem derfetên şer li welatên cîran jî kêmtir dibe lê ya herî girîng û bingehîn berxwedana gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê, qudumê wî şikandiye. Wisa dewam bike temenê hilweşandina serweriya wî kêmtir dibe.
Ma gelo ev mînaka jî ne gelek balkêş e; heta duh ji Yekitiya Emîrtiya Ereban re digot terorîst, niha berî du rojan Erdogan (24.11.2021) El Nahyan Prens Şêx Mihemmed Bin Zayid’ê Welîahdê Ebu Dabiyê vexwend Enqereyê!
Aşkera diyar dibe ku çiqas hewcedar û neçar maye! Ji bo birîna aloziya xwe ya hem siyasî û hem aborî hinekî derman bike, çawa weke xwazoka diçe destê xwe, li ber wan kesên ku heta duh ji bo xwe terorîst û derbedar û bi kurtayî neyar nîşan didan vedigire!
Dibe ku bi saya serê van kesan, weke xwazokan hinek pereyan bi dest bixe û heta çend rojan an heyvan agirê ketina lîrayên xwe sar bike. Lê na xêr, nikare nexweşiya xwe ya pencşêrê yan jî vîrusa Covid-19, bi çend hebên asprînê derman bike! Her wiha weke Apê Mûsa gotiye, ‘em dengê xwe jî bidinê êdî ew nema dikare rizgar bibe, ji ber ku gelek lewiti ye! Heta qirikê ketiye pirikê!’