Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK: Em sala 44’emîn a têkoşînê bikin sala serfiraziyê

Komîteya Navendî ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila geşedanan rast fêm bikin û sala 44’emîn a têkoşînê bikin sala serfiraziyê.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya salvegera xwe ya 43’emîn a damezirandina PKK’ê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û wiha got:

“Partiya me PKK di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Licê kongreya xwe ya fermî kir û em di salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê de ne. Tevger û gel dikevin sala têkoşîna 44 salan a ku bi pêşengiya PKK’ê tê kirin. Salvegera avakirina 43’emîn a PKK’ê, Cejna Partî û Vejînê Rêber Apo di serî de li hemû hevrê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger û demokratîk pîroz be. Di şexsê hevrê Hakî Karer de yê ku şehîdê me yê pêşîn ê mezin e, em hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Di sala 44’emîn a PKK’ê de serkeftinê ji hemû têkoşerên têkoşîna azadî û demokrasiyê re dixwazin.

Bi coşeke mezin em salvegera avakirinê pîroz dikin

Wekî ku tê zanîn bingeha Zayîna Rêbertiyê û partiya me PKK’ê di Newroza 1973’an de hatiye danîn. PKK partiyeke Newrozê ye. Vê Meşa Azadiya Mezin di Newrozê de wê têkeve sala pêncî. Em ji niha ve sala pêncemîn a Zayîna Rêbertî û danîna bingeha PKK’ê pîroz dikin. Jin û ciwan di serî de em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger û demokratîk dikin ku bi îdîyake ji ya her demê zêdetir em meşa xwe ya pêncî salan û salvegera avakirina 43’emîn rast fêm bikin û bi coşeke mezin pîroz bikin.

Meşa me ya Rêbertî û Partiyê ya ku nêzî nîv sed salê dibe, îro hemû kes nîqaş dike. Dixwazin fêm bikin ku Rêber Apo û PKK’ê li Kurdistanê çi kirine û vî tiştî bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û dinyayê kirine. Ji ber ku bi guherîna paradîgmayê û Zayîna Rêbertî ya Sêyemîn rastiya Rêbertî gerdûnî dibe û têkoşîna PKK’ê bandorê li hemû dinyayê dike.

Di vir de, divê ev pirs were pirsîn: Rastiya Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê ya ku mohra xwe li pêncî salên dawîn daye, heke nebûya wê rewşa Kurdistan û gelê kurd çawa bûya? Bêguman tekane bersiva ji bo vê pirsê ev e ku wê li dinyayê li ser navê Kurdistan û kurdbûnê tiştek nemaya, feraseta mêtinger û qirker û siyaseta wê, ew ê bi ser biketina. Bi têkoşîna pêncî salan re, Rêber Apo û PKK’ê pêşiya qirkirinê girt. Hebûna gelê kurd û azadiya wê garantî kir, mirovayetî ji qirkirineke din rizgar kirin. Ji xeynî hêzên ku dijminatiya PKK û gelê kurd dikin, îro her kes vî tiştî qebûl dikin.

Rêber Apo û PKK’ê di têkoşîna azadiyê ya 43 salan e, mirovên kurd û civaka wê li ser bingeha azadiyê ji nû ve afirand. Bû ruhê azadiyê, bîr, bawerî, îrade, rêxistin û çalakiya hemû bindestan. Gelê kurd ê ku bêparastinmabû, ew kir xwedî bîr û hêz. Şoreşa Vejîna Neteweyî ava kir û geşedana neteweya demokratîk da destpêkirin. Derbên giran li serweriya qirker û faşîst xist, ji bo gelê kurd rêya rêveberiya demokratîk û jiyana azad vekir. Ji bo ku başûrê Kurdistanê bibe xwedî statu roleke bandorker bi cih anî, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, ji bo hemû bindestan bû hêvî. Li Şengalê pêşiya qirkirina civaka êzidî girt û DAIŞ a ku bûbû belaya serê mirovayetiyê têk bir. Her cure derew û demogojî deşîfre kir, li Tirkiye û Rojhilata Navîn ronîbûneke mezin ava kir û pêşiya şoreşa demokratîk vekir.

PKK’ê di dîrokê de pêşveçûna herî mezin di qada azadiya jinan de afirand

Bêguman Rêber Apo û PKK pêşveçûna herî mezin a dîrokê de di qada azadiya jinan de afirand. Bi şoreşa ekolojîk re, Şoreşa Azadiyê ya Jinan kir bingeha azadiya civakî ya Şoreşa Azadiya Jinan û demokrasiyê. Bi vê re jî çareseriya hemû pirsgirêkên ku pergala desthilatdar û dewletê ava kiriye, ji hemû bindestan jî bîr, rê, rêxistin û çalakiya rizgariyê ava kir. Şoreşa Azadiya Jinan a ku bi pêşengiya PAJK’ê û bi qehremaniya YJA Starê, ji aliyekî ve dibe garantiya azadiya hebûna gelê kurd û ji aliyê din ve jî feraset û siyaseta mêrserwer a bi hezaran salan parçe dike û li ser vî esasî azadiya jinan geş dike. Bi vê re sedsala 21’emîn dibe sedsala jinan, jiyana wekhev û demokratîk û azad gav bi gav tê avakirin. Bandora van geşedana wê di salên pêş de zêdetir were dîtin.

Bêguman afirandina van geşedanên dîrokî ne hêsan bûye. Ji bo ku ev tişt were afirandin Rêber Apo hewldaneke mezin nîşan daye û PKK jî li ser xeteke fedaî şer kiriye. Her kêlîka 43 salan bi cesaret û fedakariyê bi têkoşîneke qehremanî derbas bûye. Têkoşîna her salê ji ya sala borî zehmetir derbas bûye. Di her roja 43 slan de destanên qehremaniyê hatiye nivîsandin, bi deh hezaran şehîd hatine dayîn. Geşedanên dîrokî bi saya ji çil hezarî şehîdan û bi hêza wan hatiye afirandin. Pûçkirina zehmetiyan û meş bûye tarza bingehîn a milîtaniyê. Keç û xortên gelê kurd ên qehreman li ser xeta fedaî têkoşiyane û ev geşedan derxistine holê. Bandora vê destana afirandinê wê di demen pêş de zêdetir derkeve holê.

Em têkoşîna sala 43’emîn silav dikin

Wekî her salê têkoşîna sala 43’emîn a PKK’ê jî bi heybet bû. Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku piştgirî ji DYE û PDK’ê distend, ji bo îmha û tasfiyekirina PKK’ê dest bi êrîşeke bi plan kiriye. Di van êrîşan de ji şerê psîkolojîk heta dagirkeriya leşkerî her cure metod hatine bikaranîn. Li hemberî êrîşeke wisa tevgera me û gelê me, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re kirine armanc û berxwedan li ser Pêngava Dem Dema Azadiyê ye dane destpêkirin. Hêzên me yên gerîla yên qehreman Garê, Metîna û Zap di serî de, li hemû Herêmên Parastiyê yên Medyayê û li bakurê Kurdistanê berxwedaneke fedaî kiriye û di warê şikandina êrîşên dijmin de roleke pêşeng lîstine. Faşîzma AKP û MHP’ê çekên kîmyewî jî bi kar anîne lê nekarîne îradeya hêzên me yên gerîla bişkînin. Gelê me ya ku pişta xwe dispêre berxwedana gerîlayan, jin û ciwan di serî de li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat çalakî dane destpêkirin û pêngava me bi xurtî domandine. Girtî jixwe her dem di nav berxwedanekê de bûn û tevkariyeke mezin li pêngavê kirine. Li ser vî esasî em têkoşîna sala 43’emîn a gelê xwe silav dikin û serkeftina wan pîroz dikin.

Faşîzma AKP-MHP’ê di sala 44’an de dê hilweşe

Di sala 44’an a PKK’ê de encam li ber çavan in. Plana îmha û tasfiyekirina PKK’ê ya faşîzma AKP-MHP’ê ya bi desteka DYE û PDK’ê pûç bûye, faşîzma AKP-MHP’ê bi rengekî aşkera têk çûye. Gerîlayên me ku bi Serfiraziya Garê ya dîrokî ketin sala têkoşînê, her wiha bûne serkeftiyên şerê li Metîna, Zap û Avaşînê ku ji 23’yê Nîsanê û vir ve didome. Revdeyên faşîst ên AKP-MHP’ê ku nekarîn berxwedana gerîla bişkînin bêgav mane ku ji cihê ku dagir dikin vekişin. Ev pêvajo wê bidome û di sala 43’an a sala PKK’ê de faşîzma AKP-MHP’ê ya ku şikestî di sala 44’an a PKK’ê de dê hilweşe. Êdî ‘plana çokşikandinê’ bi xwe têk çûye, dawî li faşîzma AKP-MHP’ê hatiye. Jixwe ew jî di nav de her kes vê qebûl dike û li ser vê bingehê ji bo Tirkiyeyê li rêveberiyeke nû digerin.

Pir aşkera ye bi zorê yan jî bi hilbijartinê faşîzma AKP-MHP’ê êdî wê biçe. Di berjewendiya wan de ye ku gelên kurd û Tirkiyeyê di nav êş û xwînê de bihêlin. Niha rojeva esasî li gel geşkirina têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, her wiha rêveberiya nû ya Tirkiyeyê wê çawa be. Tê dîtin ku DYE û hêzên derve û hem jî CHP û hêzên navxwe yên pergalê di vê lêgerînê de ne. Ketine pey wê bê ka wê TC ya faşîst ku dijminê kurdan e û faşîst e çawa li ser pêyan bihêlin. Li vir em aşkera bibêjin, bi dubarekirina AKP’ê yan jî bi taqlîdkirina wê tu partî nikare bigihije tu deverê. Bi gotinên şîlo yên weke ‘li hev helalkirinê’ rejîma faşîst-qirker tu kes nikare xilas bike. Ên ku bi şer faşîzma AKP-MHP’ê têk dibin, dizanin heq ji van dek û doloban derkevin.

Li vê derê CHP jî di nav de em bi rengekî aşkera ji partiyên Tirkiyeyê re û hêzên têkilî Tirkiyeyê re vê bibêjin; Ji bo ku hişmendî û siyaseta faşîst-qirker a li Tirkiyeyê were hilweşandin û ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê û li ser hîmê çareserkirina pirsa azadiya kurd hûn çi dibêjin? Ji bo gelan a hewce ne ‘li hev helalkirina’ vala, hilweşandina faşîzmê, azadbûna Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê hewce ye. Bi rêbazên dek û dolab averêkirina rojevê pûç e. Her kes bi vê bingehê divê helwesta xwe zelal bike.  Hêzên siyaseta demokratîk di vê pêvajoya dîrokî de divê karibin alternatîfa demokratîk a faşîzma AKP-MHP’ê. Li vir tişta ku em ji hêzên hevkar ên wek PDK’ê re bibêjin ew e ku bes bibe hevkarê siyasteta faşîst-qirker. Di serî de DYE û YE, hêzên derve jî divê êdî zanibin hurmetê bidin vîna azad a gelê kurd û ji bo ku li Tirkiyeyê hişmendî û siyaseta faşîst-qirker li ser pêyan bihêlin bila bez lîstikan bilîzin.

Em ê têkoşîna azadiyê ya sala 44’an tim geş bikin û bidomînin

Bêguman em tevger û gel di sala 44’an a PKK de jî em ê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê geş bikin û bidomînin. Di sala 43’yan de me faşîzma AK-MHP’ê şikand, di sala 44’an de em ê hilweşînin.  Em ê nehêlin ku rejîma faşîst-qirker bi dek û dolaban xwe li ser pêyan bihêle. Ji bo ku pergala îşkence û tecrîdê bişke û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi cih were em ê her tiştî bikin. Ji mêj ve ye ku ji Rêber Apo agahî nayê girtin, pirsgirêka tenduristî û ewlehiyê bûye sedema fikareke mezin. Di vê xalê de ji bo şikandinta tecrîda li Îmraliyê ji her demê bêhtir divê em têkoşînê geş bikin. Di sala 44’an a partiyê de em ê têkoşîneke wiha bi rengekî serkeftî geş bikin.

Helbet, em ê van hemûyan bi hêza xwe, bi gelê xwe yê welatparêz û ciwanan bikin. Em ê têkoşîneke wiha, yekitiya demokratîk a neteweyî ya kurd geştir bikin, di serî de bi gelên Tirkiyeyê û hêzên şoreşger-demokratîk re û bi dostên me yên şoreşger-demokratîk re ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re tifaqê deynin û geş bikin. Li ser vê bingehê em careke din Cejna Vejînê ya Neteweyî ya 27’ê Mijdarê pîroz dikin, em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dkin ku geşedanan rast fêhm bikin û sala 44’an a PKK’ê bikin sala serfiraziya mezintir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar