Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyê nexweş Mûhammed di 12’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest daye!

Girtiyê nexweş Bangîn Mûhammed ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat girtin û demeke dirêj nedihat dermankirin, di 12’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest daye

Derket holê ku girtiyê nexweş ê efrînî yê bi navê Bangîn Mûhammed (33) ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat girtin û nedihat dermankirin, di 12 ‘ê mijdarê de jiyana xwe ji dest daye. Mûhemmed di 1’ê çileya 2021’an de hatibû girtin û ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Serlêdanên ku ji bo berdana Mûhammed dihatin kirin, bi raporên ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dihat redkirin.

Beriya niha Mûhammed bi girtiyên nexweş Îsmaîl Tamboga û Siddik Guler re li heman qawişê dima.  Piştî ku sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin Mûhammed ji cem Tamboga û Guler girtibûn û wî kiribûn qawişa yekkesî. Nivê mîde û roviyên Mûhammed tune bûn. Nikaribûn pêwistiyên xwe yên takekesî bi tena serê xwe bibersivîne û bi kursiyê tekerlek dijiya.

‘Ez naxwazim bimirim’

Beriya niha di meha cotmehê de Mûhammed, ji Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert re axivîbû û rewşa xwe vegotibû. Sert der barê rewşa Mûhammed de diyar kiribû ku dermanê Mûhammed nadinê û Mûhammed jê re gotiye ‘Ez naxwazim bimirim, lê ez ê li vir bimirim’.

Rêveberiya girtîgehê piştrast kir

Li ser nûçeya mirina Mûhammed parêzer Sert, li rêveberiya girtîgehê geriya û xwest der barê Mûhammed de agahî werbigire. Rêveberiya girtîgehê mirina Mûhammed piştrast kir û ji Sert re ev tişt got: “Bangîn Mûmmed di 12 ‘ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Edenê ye. Malbata wî cenaze wergirt lê hê rapora berfireh a otopsiyê derneketiye. Em nikarin der barê sedema mirina wî de agahiyan bidin.”

‘Nivê dile te nîne’

Parêzer Sert, beriya niha ji bo rewşa Mûhammed ev agahî dabûn: “Di sala 2013’an de hat navçeya Dortyolê ya Hatayê û weke karkerekî çandiniyê dest bi kar kir. Ji ber ku li Sûriyeyê di nava YPG’ê de bûye, dadgeha herêmî bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Mûhammed tev li tu sûcekî Tirkiyeyê nebûye. Nexweş e û nikare li qawîşê bimeşe, bi kursiyê bitekerlek dijî. Nîvê mîde rodiyên wî tune ne. Sê caran emeliyat derbas kiriye. Organên wî yên hundirîn av kom kirine. Bi xwe de mîz dike û vê ferq nake. Nikare pêdiviyên xwe yên şexsî dabîn bike. Daketiye 47 kîloyan û nikare xwarinê bixwe. Di laşê wî de werimandin heye. Wî dibin nexweşxaneyê, lê dermanên wî nayên dayîn. Dibêje ‘Ez naxwazim bimirim lê ez ê li vir bimirim’.” HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar