PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Temaşekirin girtiyan dikuje

Li gorî Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, tecrîda li ser girtiyan ji berê zêdetir bûye. Dewletê li girtîgehan her cure zext, tecrîd, îşkence û mûameleya xerab zêde kiriye. Bi polîtîkayên şewitandina înfazê hewl dide ku ji bo kesên hatine girtin, careke din nikaribe derkeve derve û bi temamî rêya hiqûqê bigire, pergalekê ava bike. Armanca dewlet û hikûmetê ew e ku girtiyên siyasî bu tu awayî neyê berdan.

Çima em vê yekê dibêjin. Girtiyên nexweş ên ku dema diçin nexweşxaneyan, bijîşk ji bo wan diyar dikin ku pêwist e serbest bê berdan û bi rêk û pêk li nexweşxaneyek baş bê tedawîkirin. Lê Saziya Tipa Edlî rapora ‘Dikare li girtîgehê bimîne’ dide girtî û rê li pêş berdana girtî digire. Hin caran jî Saziya Tipa Edlî rapora ‘Nikare di şertên girtîgehê de bê girtin’ dide girtiyan. Lê vê carê dozgerî û rayedarên wezaretê diyar dikin ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û destûr nadin ku girtiyên nexweş bêneberdan.

Di serdema hikûmeta AKP’ê de sal bi sal şertên girtigehan xerab bû. Sal bi sal mafên girtiyen siyasî ji destê wan hatin girtin. Hejmara girtîgehan û girtiyên siyasî jî zêde kir. Girtiyên edlî serbest berdan lê girtiyên siyasî nayên berdan. Ji ber zêde ceza li girtiyan tê birîn û girtî demek dirêj nayên berdan bi hezaran girtî nexweş dikevin. Girtiyên nexweş dikevin jî, ji ber ku bi rêk û pêk nayên dermankirin. An jî di şertên baş de nayên dermankirin, nexweşî li wan giran dibe û piştî demekê dibe kronîk. Rayedarên girtîgehê lêpirsînên dîsîplînê û şewitandinên înfazê dikin amûrên cezakirina girtiyan. Li gorî daneyên înîsiyatîfê niha divê zêdetirî 60 girtî bêne berdan. Lê ji ber înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan. Di 6 salên dawî de herî kêm 103 girtiyên nexweş ji ber nehatin berdan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tirkiyeyê zêdetirî 355 girtîgeh hene û di van girtîgehan de nêzî 300 hezar mirov girtî ne. Hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 605 girtî rewşa wan giran in.

Li Amedê di 16’ê mijdarê de ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin serbest bêne berdan 7 malbatên girtiyên nexweş li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatan 13 roj in berdewam dike. Lê di jor de jî me anî ziman ku li Tirkiyeyê hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Divê ev girtî bêne berdan û li nexweşxaneyên baş bêne dermankirin. Lê tu armanc û fikra vê hikûmet û dewletê tune ku van girtiyan serbest berde. Ji ber ku hikûmet û dewletê girtiyên nexweş berdana, di 6 salên dawî de 103 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî li Girtîgeha Îskenderûnê girtiyê nexweş Bangin Muhammed ê 33 salî ku ji Efrînê bû di 12’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da.

Niha hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yanî hezar û 605 malbat zarokên wan ên girtî nexweş in. Lazim e ev girtî bêne dermankirin û berdan. 300 hezar girtî hene û 300 hezar malbatên wan hene. Eger ev malbat dixwazin zarokên wan bên berdan divê tenê temaşe nekin. An jî divê tenê li mala xwe bertekên xwe neynin ziman. Her çiqas li malbata xwe nerazibûn û dengê xwe bînin ziman jî kes ji wan agahdar nabe. Eger malbat dixwazin zarokên wan bên berdan û dermankirin, divê bi girseyî û bi hevre li qadan dengê xwe bilind bikin. Eger ku tenê temaşe bikin û tenê li malên xwe bertekên xwe bînin ziman, dengê wan nayê bihîstin. Jixwe hikûmet girseyek bi rêxistin naxwaze. Daxwaze malbatên mafdar xwe bi rêxistin bike. Naxwaze kesên mafên wan tê binpêkirin bertekên xwe yên bi rêxistinî bînin ziman. Dixwaze her kes li mala xwe dengê xwe bilind bike da ku tu kes dengê wan nebihîze.

Lê divê em baş zanibin ku li her bajarekî bi hezaran malbatên kurd zarokên wan girtî ne. Eger ku li her bajarî bi sedan malbat bibin yek û dengê xwe bilind bikin, dê dengê wan geştir bibe. Hêza wan xurttir bibe. Dê bêtir moral û hêzê bidin hev. Dê bêtir bawerî û heviyê bidin hev. Li her bajarî bi sedan bi hezaran malbat bi hevre berê xwe bidin Enqereyê dê Wezareta Dadê û hikûmet neçar bimîne ku daxwaza malbatan û girtiyan pêk bîne. Ku malbat bawer dikin zarokên wan ne sûcdar in û neheq girtî ne, wê demê divê li vê neheqiyê temaşe nekin. Ji ber ku temaşekirin girtiyan dide kuştin. Heta niha ji ber temaşekirinê 103 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ku malbat naxwazin zarokên wan li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê hêza xwe bikin yek û bi hevre biqîrîn. Divê her malbatek ji aliyê xwe ve berê xwe bidin qadên Nobeda Edaletê û Nobeda Edaletê mezin bikin. Wê demê hikûmet dê neçar bimîne gavan biavêje.

Nûçeyên Têkildar