Parêzer Tahîr Elçî 28’ê Mijdara 2015’an dema ku li ber Mînaraya Çarling a Sûrê daxuyanî dida hat qetilkirin.
Di salvegera 6’emîn a qetilkirina Elçî de parêzer li ber Edliyaya Amedê hatin cem hev û heta li cihê ku Elçî lê hatî qetilkirin bi cibeyên xwe meşiyan.
Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Hevseroka DBP’ê Salîha AydenÎz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û her wiha serokên baroyên Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya, Sînop, Aydin û herêmê hazir bûn.
Parêzer pankarta bi nivîsa ‘Em te ji bîr nakin’ meşiyan û bi dirûşeya gotin ‘Tahîr Elçî nemir e, şehîd namirin.’
Li ber Mînaraya Çarling saet 10:53’an dema Elçî hatî qetilkirin deqeyek rêz hat girtin.
Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren di bîranînê de axivî û wiha got: “Çi kesê rola xwe rasterast an jî nerasterast di plansazî ,kirin û nixumandina ser kuştinê de hebe, ji bo ku werin darizandin em ê hewldana xwe bidomînin. Em soz didin Tahîr Elçî, raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê.”
Piştî Eren Turkan Elçî axivî û ev tişt anî ziman: “Îro em dîsa ketin nav zaboqa adaletê. Li pêşberî me dîwarê betonî. Weke ku em bi ser valahiya cîhanê de biqêrin, ev 6 sal in bi guhê kerr ê adaletê de diqêrin. Kî me dibihîse. Hê jî dengê wê guleyê di guhê me de dike zimanî ku li aramiya me anî, ragihandî ku xeyala aştiyê jî beleheq e û li devereke pir dûrî me ye.” AMED