Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta tirk a dagirker, li zindana El Rayi ya li Ezazê kesekî ji Efrînê qetil kir.
Silêman Nûrî Nûman ê 51 salî bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Silêman Nûrî Nûman ji gundê Bozikê yê Efrînê bû. Nûman 1’ê hezîrana 2019’an li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatibû revandin.
Mewlide Nûman a 64 salî ya ji heman malbatê di gulanê de li Zindana El Rayi ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qetilkirin. EFRÎN