Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sylvie Jan: Kurd cîhana nû temsîl dikin

Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan destnîşan kir ku kurd çareserî û cîhana nû temsîl dikin û wiha got: “Ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.”

Navenda Nûçeyan |

Ji enternasyonalîstên ku 9’ê mijdarê ji Atînayê bi rê ket û 12’ê mijdarê gihîşt Napolî Sylvie Jan diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan bû û wiha got: “Ji bo min çima girîng e? Pêwîstiya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn, cîhanê û pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Bûye pêwîstiyeke lezgîn a global. Kurd di lêgerîna aştiyê de li Rojhilata Navîn çareseriyê, bersivê temsîl dikin.”

Jan tespîteke bal kêş kir û wiha got: “Tim gotina ‘pirsgirêka kurd’ tê bikaranîn lê belê ne pirsgirêka kurd e, çareseriya kurd heye. Kurd pirsgirêk nîne, kurd bersiv e.”

Jan anî ziman ku wê gelek caran serdana Tirkiye, bakur-rojava-başûrê Kurdistanê kiriye, her kesên ku lê rast hatine daxwaza ‘aştiyê’ kirine û wiha domand: “Aştî ji bo me çareseriya mayinde ye; divê daxwaza kurdan a ji bo berdana nûnerê xwe bê bicihanîn. Divê Abdullah Ocalan bê berdan û pêvajoya danûstandinan bê destpêkirin.”

Gelê kurd cîhana nû temsil dike

Jan diyar kir ku çavkaniyeke taybet a hêviyê ye ku gelê kurd pêşengiyê ji projeyeke demokratîk, ekolojîk û femînîst re dike û ev tişt anî ziman: “Bi dîtina min gelê kurd ji bo cîhana me ya nû temsîliyeta paşerojê dike. Ji ber vê yekê divê piştevaniya bi gelê kurd re bê xurtkirin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan bê azadkirin. Ev kilîd divê bê şikandin. Ev yek jî di destê welatiyên cîhanê de ye. Ez jî di nav de, lewma li vir im. Bi azadiya Ocalan re divê ev kilîd bê parçekirin û PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin. Ji bo vê divê hewl bê dayîn.”

Her wiha Jan destnîşan kir k udi vê serdemê de muxalîf weke terorîst tên pênasekirin, dewlet naxawaze wan nas bike û got ku lê bele ev dîrok dê biguhere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Roleke me hemûyan heye. Di deryayê de em mîna dilopekê ne. Divê em vê rola xwe bi cih bînin. Ji bo paşeroja cîhanê, ji bo aştiyê divê em rola xwe pêk bînin. Ev yek paşeroja me hemûyan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar