Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’

TUHAY DER bi malbatên girtiyan re li Amedê hat cem hev. Di hevdîtinê piştevaniya bi xizmên girtiyan de hat gotin ku tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER) bi malbatên girtî, girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan re li Tesîsên Demîrok a Amedê hat cem hev. Di çalakiyê de pankartên ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’, ‘Ji girtiyên jin re azadî’ û ‘Dema parastina hebûnê û misogerkirina azadiyê ye’ hatin daliqandin. Malbatên ku li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Hevseroka TUHAY DER’ê Guler Yuksekbag di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Divê em li hemberî binpêkirinên mafan ên girtiyên nexweş ên li girtîgehan bêdeng nemînin.”

Yuksekbag bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li hemû girtîgehan belav bûye û wiha axivî: “Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Tecrîd dê bi têkoşîn û berxwedanê were şikandin. Divê di şexsê Ocalan de tecrîda li ser hemû girtiyan bi dawî bibe.”

Roj roja piştevaniyê ye

Încî Guler a ku li ku di nav malbatên girtiyên nexweş de li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin cih digire jî destnîşan kir ku roj roja xwedî derketina girtiyan û piştevaniyê ye.

Berxwedana kurdan mezin dibe

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd li dijî faşîmza AKP-MHP’ê her ku diçe mezintir dibe û ev tişt anî ziman: “Dixwazin berxwedana zindanên Amedê biqedînin. Van kesan ruhê berxwedanê ji zindanên Amedê girtin. Çawa ku gelê kurd di zindanên Amedê de Esat Oktay têk bir, wê dîsa jî bi ser bikeve. Birêz Ocalan 23 sal in ji bo gelê kurd berxwedaneke mezin nîşan dide. Dixwazin vê berxwedanê bi dawî bikin. Lê em dizanin ku gelê kurd li vê qadê ev berxwedan da meşandin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar