Rojnameya Xwebûnê ku bi dîtbarî, nivîskî û Potcastê weşanê dike, bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir. Xwebûn ji niha û şûnde dê her hefte bi bernameya ‘Panoramaya Heftene’ geşedanên di nava hefteyê de derkevin pêş bi xwînerên xwe re parve bike. Rojnameger Elîf Can Alkan dê her hefte bi mijarên cuda, bernameyê pêşkêş bike.
Rojnameya Xwebûn nêzî 2 sal in bi awayekî heftane tê çapkirin. Ji demsala biharê ve dest bi weşanên vîdeoyan kiriye. Xwebûn nêzî heft meh in li ser mijarên çand, ziman, dîrok, jinan, piyaseyê her hefte vîdeoyan diweşîne û xwînerên xwe têkildarî mijarên navborî agahdar dike. AMED