Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Jinên êzidî ji bo azadiya Ocalan çalakiya konvedanê dan destpêkirin

Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteyê terorê’ jinên Şengalê dest bi çalakiya konvedanê kirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidxanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteyê terorê’ îro li Bexçeyê Serokatî ya li geIiyê Kersê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Bi dehan jinên êzidî,  jinên ciwan û Endamên Meclisa Gel a gundê Guhbel û Zoravayê  beşdar bûn. Kon bi wêneyên Rêber Ocalan û pankartên ku dirûşmeya ‘Em ê Tecrîdê Bidawî Bikin, Faşîzmê Hilweşînin Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn’ hatibû xemilandin. Her wiha pirtûkên Rêber Ocalan bi zimanê kurdî û erebî hatibû nîşandan.

Çalakî bi deqeyekî rêzgirtina ji şehîden şoreşê re dest pê kir. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî qala armanca vê çalakiyê kir û wiha got: “Em weke civaka êzidî û jinên Şengalê bi wesîleyê vê çalakiyê dixwazin dengê xwe û daxwaza xwe bigihînin her derê. Însanên ku me ji fermanê rizgar kirin û hiştin em bibin îrade û xwedî li xwe derkevin, Partiya Karkerên Kurdistanê ye ku bi fikra Rêber Apo ve têkoşîn dikin.”

Li ser daxwaza derxistina PKK’ê ya ji lîseteyê terorê Sebîha Sebrî ev tişt anî ziman: “Şagirtin Rêber Apo bi berxwedaniya xwe DAIŞ şikandin. Ji bo xilaskirina her civakekî ku ru bi rûyê qirkirinê ye bi hewara wan ve diçe. Mînaka herî mezin jî îro Şengal e. Em deyndarên Rêber Apo û PKK’ê ne. Ji rêxistinekî wiha re çawa peyva teror tê bikaranîn. Weke civaka êzidî em ê her dem li ser pêya bin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakên bindest e.”

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî hat temaşekirin.

Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÎ) Gulê Zorava yê ku ji gundê Zoravayê ye û di nobeta îro de cihê xwe digire axivî û wiha got: “Ez ji Zorava yê hatime di vê çalakiyê de cihê xwe digirim. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em ne êzidiyên berê ne, hêza me heye. Ev hemû bi fikra Rêber Apo hatiya ava kirin. PKK’ê ne rêxistinekî  terör e. Bi hawara her kesî ve diçe. Em vê tiştê qebûl nakin û daxwaz dikin ku ji lîsteyê terorê de bê derxistin.”

Çalakiya konvedanê dê 7 rojan berdewam bike. Her roj dê ji 2 gundan nobet bê guhartin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar