Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji çar parçeyan yek bang

Jinên her çar parçeyên welêt bal kişandin ser êrîşên li ser Kurdistanê û wiha gotin: “Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekitiyê ava bikin.”

Li her çar perçeyên Kurdistanê polîtîkayên zext, zordarî, bişaftin, girtin, çavtirsandin û tepisandinê didomin. Jinên kurd ên li her çar parçeyan, li dijî van êrîşan û polîtîkayan bal kişandin ser yekitî û têkoşînê û destnîşan kirin ku tekane xelasiya ji van êrîşan yekitiya neteweyî ye.

Ji navçeya Cizîr a Şirnexê Aynûr Elçîoglu diyar kir ku divê kirinên dijminên kurd bi yekitiyê bên bersivandin û wiha got: “Li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd erîşên gelek mezin hene. Berî her tiştî divê em li hemberî van êrîşan tifaqa xwe çêbikin. Çima kurd bêdeng in. Me kirasê mirinê li xwe kiriye û em nikarin biavêjin. Em divê netirsin destê xwe bidin hev û li dijî van erîşan li ber xwe bidin. Heger mirin be bila bi şeref be. Heger tifaqiya me tune be, em nikaribin tiştekî jî bikin.”

Elçîoglû da zanîn ku bêyî tifaqiyê tu tişt ne pêkan e û ev tişt anî ziman: “Îro em kurd hemû di bin tecrîdê de ne. Heger em bibin yek, em ê karibin van erîşan têk bibin. Lê heger em nebin yek em ê herin yek bi yek û kesek jî nikare me rizgar bike. Di nava malekê de jî heke parvekirin nebe, tifaqî nebe mirov nikare wê malê bi rê ve bibe. Ji ber wê jî divê em destê xwe bidin hev û vî kirasê mirinê ji ser xwe rakin.”

Jin dikarin yekitiyê ava bikin

Ji bajarê Silêmaniyeyê yê başûrê Kurdistanê Esmer Resûl Elîm jî destnîşan kir ku hêzên derve her tim mudaxileyî yekitiya neteweyî ya kurdan dikin û wiha got: “Em jî wekî her gelî doza mafê xwe dikin. Dijmin naxwazin em bibin tifaq. Ji ber wê jî çi qas ji destê wan tê erîşî Kurdistanê dikin. Daxwaziya me azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Bang li hikûmeta Başûr kir

Elîm destnîşan kir ku kurd êdî ne kurdên berê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji me kurdan re tenê rêyek heye; ew jî yekitî ye. Divê em li gorî daxwazên dijmin tevnegerin. Pirsgirêkên me yên navxweyî çi dibin divê em bi hev re çareser bikin. Li şûna ku em ji hêzên derve alîkariyê bixwazin, divê em ji alîkariya hev bikin. Bi taybetî jî banga min ji bo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Bila li gorî daxwazên hêzên derve tevnegere. Em kêfa dijmin bi xwe neynin. Heger em jinên kurd bibin yek deng û yek reng em ê karibin yekitiyê jî çêbikin.”

Hêza jinên kurd

Ji bajarê Urmiyeyê yê rojhilatê Kurdistanê Zîlan Rojhilat jî bilêv kir ku jinên kurd xwedî wê hêzê ne ku dikarin yekitiya neteweyî ava bikin. Rojhilat bal kişand ser êrîşên li her çar parçeyan tên kirin û ev tişt anî ziman: “Lê bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan civakeke nû ava bû û hêza xwe di nava civakê de da der. Li her çar parçeyên Kurdistanê herî zêde jî jin bi zanebûnê, bi hêzbûnê dikare civakekê bi rê ve bibe û civakeke saxlem ava bike.”

Rojhilat bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li dijî êrîşan jî û wiha axivî: “Lê di têkoşînê de divê em xwedî tifaq bin. Heta azadkirina her çar parçeyan divê em têbikoşin. Ji bo ku di doza azadiyê de em bi ser bikevin jî pêwîstiya me bi yekitiyê heye.”

Yekitî ji her tiştî ferztir e

Ji bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa destnîşan kir ku ji bo kurdan a herî girîng û ji her tiştî pêwîstir yekitî ye û wiha domand: “Ger yekitiya kurd çênebe, em ê yek bi yek biçin. Heger kurd nebin yek dê xelk wan bixwe wekî guran. Îcar em dibêjin êdî nebin berxê guran. Bila kurd yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dagirkerî û xiyanetê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Mistefa anî ziman ku îro ro çavê cîhanê li têkoşîna gelê kurd e, lewma ya girîng û ferztir yekitî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir :”Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekitiya gelan ava bikin. Êdî Rojavayê kaniyên xwînê teqandin. Hê kurd vê nabînin û guh û çavên xwe digirin. Nabêjin ku em bibin yek. Dijmin ferq û cudahiyê naxe nava kurdan. Çimkî ji wan re kurdbûn bes e. Dijminê me dibêjin ku em tenê şerê PKK’ê dikin. Lê belê ev ne rast e. Dema ku dijmin Efrîn dagir kir, di serî de peykerê Kawayê Hesînkar anî xwarê. Qey ew peykerê PKK’ê bû ku anîn xwarê? Peykerê seydayê Cegerxwîn anîn xwarê. Ma ew jî PKK bû?

Bila kurd êdî aqilê xwe bînin serê xwe û bes nanê wan ê gemar bixwin. Bila werin ava zelal ên kaniyên Kurdistanê vexwin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar