Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li meclisê têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyanî hat dayîn

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê li meclisê daxuyanî dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aktaş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tev li civînê bûn.

Omer Ocalan ê HDP’î diyar kir ku malbat dema xwestine bikevin meclisê hatine astengkirin û wiha got: “Ji bo ku em xwe bigihînin vê derê rastî dehan astengiyan hatin. Tevî hevalên xwe em dixwazin raya giştî agahdar bikin. Mixabin bi rengekî bêûsil pêşî li me hat birîn û hat xwestin ku mêvanên parlamenteran bên astengkirin. Ya li meclisê hat kirin ev e, gelo li derveyî meclisê çi li gel tê kirin.”

Fikarin me zêde bûn

Omer Ocalan destnîşan kir ku ji 25’ê adara 2021’an û vir ve bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim wernagirin û ev tişt anî ziman: “Pêwendiya herî dawî ya bi xizmên xwe re di 25’ê adarê de bi rêya telefonê bû ku piştî 14’ê adarê hin îdîa li ser jiyana Birêz Ocalan li hin malperên înternetê hatin weşandin, pêk hat. Wê demê axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re ji ber sedemeke ku em nizanin hat qutkirin. Axaftina bi Birêz Yildirim re jî gelekî kurt pek hat û girtiyên din ji bo tecrîdê şermezar bikin bi telefonê neaxivîn, lewma pêwendî bi wan re nehate kirin.

Ocalan di vê axaftina kurt de ragihand ku şert û mercên heyî yên tecrîdê nayên qebûlkirin, li dijî vê rewşa li dijî hiqûqê dixwze ku mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re bi kar bîne û qanûn bi cih bên.”

Omer Ocalan diyar kir ku qutbûna pêwendiyên xizmên wan li Îmraliyê, tirs û fikarên wan ên li ser jiyana wan zêde kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan her cara ku firsend dît ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk hewl da. Ji ber vê yekê jî tecrîd di heman demê de tecrîda li ser derfeta aştiyê û çareseriya demokratîk e. Li gel vê yekê em dibînin ku bêhiqûqî û kêfiyeta li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt çawa belav dibe. Bi navê malbatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê em ji rewşa xizmên xwe yên ku nikarin agahiyê ji wan werbigirin bi fikar in. Em ji jiyana wan bi fikar in. Em dixwazin dawî li bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê bê.

Em bang li saziyên erkdar dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bang li raya giştî jî dikin ku bala xwe li ser mijarê be.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar