Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

‘Bayraktarên’ tirk bi kamerayên alman qetlîam û êrîşan pêk tîne

Kanaleke televîzyonê ya alman aşkera kir ku kemaraya balafira bêmirov û biçek ya tirk a bi navê ‘Bayraktar’ malê fîrmayeke alman e

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk îdîa dike ku balafira bêmirov û biçek a bi navê ‘Bayraktar’  bi temamî malê Tirkiye û millî ye. Lê qenaleke alman agahiyeke girîng derbarê ev makînaya pêkanîna komkujiyan de belav kir.

Balkêş e qenala dewletê ya alman ZDF, di bernameya xwe ya Frontal de li ser parçeyên balafirê yên ji dewleta alman tê girtin rawestiya û aşkera kir ku kameraya balafirê ku parçeya herî sereke ya ‘Bayraktar’ e ji Almanyayê tê girtin.

Di bernameyê de komkujiyên ku dewleta tirk bi ‘Bayraktar’ li Kurdistanê dike jî hat destgirtin û hat gotin ku dewleta tirk 17’ê Tebaxa 2021’ê li Şengalê komkujiyek pêk aniye û di encama êrîşa li ser nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndarbûn.

Di bernameyê de hat destnîşankirin ku sireke vê droneyê heye, navê vê sirê jî Argos 2 ye. Çavê elektronîk ê sîstema şer e. Ev amûra şer jî ji aliyê fîrmayek ser bi fîrmaya alman Hensoldt ve tê çêkirin.

Ji Green Peace Alexander Lûrz dibêje ku kameraya Argos ji aliyê şîrketek ser bi fîrmaya alman ve li Afrîkaya Başûr tê çêkirin û bêyî vê kamerayê Droneya dewleta tirk bi kêrî tiştekî nayê.

Di bernameyê de ji aliyê gelek pisporan ve tê piştrastkirin ku droneyên şer ên ku dewleta tirk firotine welatan, bi taybetî Azerbaycan, Yemen û hwd. bi kameraya Argos a alman e.

Bername pirsa ‘Agos 2, teknîka şer ji bo dîktatoran?’ dipirse û bi gelek pisporan dide piştrastkirin ku droneyên li Azerbaycan û Yemenê tên bikaranîn, bi vê teknîkê hatiye çêkirin.

Heman pirs ji rayedarên Hensoldtê tê kirin. Di bersiva fîrmayê de tê gotin ku ev amûr ji fîrmaya li Afrîkaya Başûr a ser bi fîrmaya wan ve hatiye çêkirin. Her wiha diyar dike ku muşteriyên ji wan re tên firotin, ji bo wan cihê baweriyê ye.

Muşteriyên vê fîrmayê çiqasî cihê baweriyê ye? Di bernameyê de dîmenekî ji Çileya 2021’ê yê ji Yemenê tê weşandin ku droneyek Erebistana Siûdî lê hatiye xistin û li ser jî kameraya Argosê heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar