Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Serdana ji bo çalakiya Sêmalkayê: Berxwedan dê bi ser bikeve

Endamên sazî û rêveberiya Komîteya Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê serdana çalakiya li Sêmalkayê kirin. Di serdanê de hat gotin ku dê berxwedan bi ser bikeve û xiyanet li bin bikeve

Ji bo cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê PDK’ê ve şehîd hatin xistin radestî malbatên wan bên kirin, li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê 59 roj in çalakiyek tê lidarxistin.

Endamên Komîteya Ewlekariya Hundirîn, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Asayîşa Jinan ên ser bi komîteyê û xebatkarên Midûriyeta Ragihandinê bi rengekî girseyî serdana çalakiyê kirin.

Girseya gel ber bi konê çalakiyê ve bi qîrîna dirûşman meşiya û piştre li ser sînor ji bo bîranîna şehîdan rêzgirtinek pêk anîn.

Em ê bigihêjin armanca xwe

Piştre Hevserokê Komîteya Ewlekariya Hundirîn Hemrîn Elî daxuyanî da, çalakger silav kir û wiha got: “Şoreşa Rojava bi têkoşîn û berxwedanê gihîşt vê astê. Hewl didin ku destketiyên şoreşê û nirxên ku şehîdên me afirandine bi xiyanetê tune bikin. Şoreşa Rojava çawa ku li hemberî zor û zehmetiyan gihîşt vê astê, ji niha û pê ve jî wê bi mezinkirina têkoşînê gelê me û gelan azad bike.”

Hemrîn Elî diyar kir ku gelên kurd, ereb û suryan bi heman sekna hevpar li ber xeta xiyanetê radibin û ev tişt anî ziman: “Êdî dema azadiyê hatiye, dema hevgirtina gelan hatiye. Dem ew dem e ku her kes li ber xiyanetê rabe.”

Li dijî xiyaneta PDK’ê banga li gel

Her wiha Hemrîn Elî bang li gel kir ku li dijî xiyaneta PDK’ê têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şehîdên me ji bo azadiyê canê xwe feda dikin lê belê cenazeyan jî nadin. Eger em îro xiyanetê neşikînin wê bibe malê dîrokê û dîrokê jî me bidarizîne. Çawa ku em bi saya şehîdan hatin vê astê divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Roj roja bêdengmayînê nîne. Divê her kes li dijî xeta xiyanetê helwestê nîşan bide. Xeta xiyanetê wê têk biçe, xeta berxwedanê wê bi ser bikeve.”

Endamên Komîteya Ewlekariya Hundirîn piştî daxuyaniyê derbasî binê konê piştevaniyê yê çalakgeran bûn. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar