Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek (72) bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin.
Makbûle Ozbek di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 29’ê hezîrana 2020’î hatibû girtin û piştî krîza dil li girtîgehê derbas kir, li ser serlêdana parêzeran 5’ê îlona 2020’î hatibû berdan.
Di dozê de îro rûniştina biryardanê hebû. Heyeta dadgehê bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 5 sal li Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek birî. Heyeta dadgehê ev ceza bi nîvî zêde kir û bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Makbûle Ozbek birî. AMED