Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

‘Xwedîderketina li Rêber Apo erka me ye’

Gelê Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin çalakiya bi kon dabû destpêkirin. Çalakî di roja 5’an de didome

Çalakiya gelê Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin di roja 5’an de didome.

Çalakiya ku li baxçeyê Rêber Apo ya li Geliyê Kersê yê girêdayî Şengalê hat lidarxistin, bi serdana sazî û rêxistinên civaka êzidî berdewam dike. Îro jî Asayîşa Êzidxan û her wiha meclisên gel ên Serdeşt, Tilizêr û endamên şaredariyên gel hatin serdana çalakgeran.

Di serî de berdevka TAJÊ’yê Sabiha Sebrî derbarê çalakiyê de axivî . Sabîha Sebrî diyar kir ku dijminên mirovahiyê mîmarê fikir û felsefeya jiyana azad Rêber Apo tecrîd dikin û her ku fikra Rêber Apo gerdûnî dibe tecrîd jî girantir dibe û wiha got: “Em weke civaka êzidî fikr û felsefeya Rêber Apo yekane rêya azadî û demokrasiya cîhanê dibînin û em kiryarên li beramberî Rêber Apo napejirînin. Di heman demê de em qebûl nakin ku PKK di nav lîsteya terorê de be jî.”

Li ser Asayîşa Êzidxanê yek jî endamên Rêveberiya Asayişê Nasir Xêro jî li ser navê parastina hundirîn axivî.

Nasir diyar kirin ku fikra Rêber Apo kiriye ku civaka êzidî xwe rêxistin bikin û wiha got: “Ji bo me erkek e ku em ji bo Azadiya Rêber Apo û ji bo PKK ji lîsteya terorê derbikevin çalakiyan li dar bixin. Em azadiya Rêber Apo wekî azadiya xwe dibînin.”

Li ser navê Meclisa Gel a Serdeştê jî Xelîl Hecî peyam da û ev tişt anî ziman: “Em silavên xwe li Rêber Apo û li tevahî şervanên Rêber Apo dikin. Ev 43 sal in ku PKK li beramberî tevahî dagirkeriyan di şert û mercên herî zor de li ber xwe dide. PKK şerekî bi exlaq û bi pîvan dide meşandin.  Ji ber ku Rêber Apo, fikra azadiyê ji bo tevahî civakan ava kiriye û PKK jî bi hewara tevahî civakan ve diçe û gel ji qetlîam û tunebûnê rizgar dike. Ji ber vê jî li ser Rêber Apo tecrîd û kirinê li dijî pîvanên mirovahiyê tên ferzkirin. Em civaka êzidî diyar dikin ku em li dijî tecrîdê ne û em qebûl nakin ku PKK di lîsteya terorê de be.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar