PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Hejmara meha kanûnê ya Newaya Jin derket

Rojnameya Newaya Jin hejmara meha kanûnê bi manşeta 'têkoşîn li ber derî ye' weşand

Navenda Nûçeyan |

Hejmara meha kanûnê ya Rojnameya Newaya Jinê bi manşeta ‘Têkoşîn li ber derî ye’ hat weşandin.

Di vê hejmara 201’ê de li ser bûyerên rojane, perwerde, ked, huner, zanistî, tenduristî, portreyan gelek gotar hene.

Ji nivîskarên rojnameyê akademîsyen Nazan Ustundag bal kişand ser êrîşên di nava salê de li dijî jinan hatiye kirin û di serî de li Polonya, DYE, Meksîka, Fîlistîn û Afganistanê berxwedana jinan a li dijî van polîtîkayên êrîşkariyê nirxand.

Hêja Zerya jî bûyerên nava salê yên li Kurdistanê bi bîr xist û îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar û yekgirtina jinan kir.

Yûrdûsev Ozsokmenler jî tundiya li kargehan li jinan tê kirin vegot.

Ji nivîskarên rojnameyê siyasetmedara kurd Nîlufer Koç jî di rûpelên kurdî de polîtîkaya tecrîdê û encamên wê nirxand.

Nûrhak Gulbahar jî qala berxwedana 8 mehan a gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê kir.

Roza Metîna jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên çand û hunerê û destnîşan kir ku ev êrîş tenê bi refleks û têkoşîna jinan dikarin bên têkbirin.

Çîmen Aras rojeva rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand.

Têkoşîna Emîne Şenyaşar a 65 salî ku 9 meh in ji bo edaletê dimeşîne, ji aliyê Gunay Aksoy ve hat şîrovekirin.

Di hejmara nû de yek ji gotarên balkêş hevpeyvîna bi Rebeca Lane ya ji Gûatemalayê ye ku bi huner û stranên xwe li qada navneteweyî navdar e.

Hunermenda kurd Bermal Çem jî balê dikişîne ser cih û bandora muzîkê di ruh, hest û jiyana mirovan de.

Endama Kolektîfa Jineolojiyê ya Skoçyayê Mo Nî Ghoill serdana heyeta jinan a Zapatista ya li Îrlanda û Brîtanyayê vegot. Xwendekarên Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava jî qala tecrûbeyên xwe yên pêvajoya hînbûnê kirin.

Rojnameya Newaya Jin li ser vê lînkê dikare bê peydakirin:

www.newayajin.net

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar