NANŞE, ya ku hay ji jinebî û sêwiyan heye
Ya ku hay jê heye bê însên çawa zilm li însên dike
Dayika sêwiyan Nanşe
Stara jinebiyan
Ji bo hejaran avakera edaletê
Şahbanûya cihê starê ji bo penaberan
Ev rêzên sade lê têra xwe bi hêz ku bi hezaran sal berê niha li ser zinar û perestgehan hatiye nivisandin, hêz û qudretekê bi me nîşan dide ku navê wê qudretê, Xwedawend Nanşe ye. Nanşe xwedawenda sêwî û jinebiyan e, xwedawenda edaleta civakî ye û wijdana civakê ye. Kê an kî pêwistiya xwe bi star, bi hewandin û edaletê hebe Xwedawend Nanşe stareye jê re. Ew dihewîne. Nanşe wijdan e, pîvan e û her wiha edalet e. Destan dibêje roja yekem a salê, roja hesabpirsînê li dîwana wê. Yê li şûna pîvana tam, kêm birîbe, sivik pîva be, kişandibe, di dîwanê de hesap dide. Heqê kesekî ji kesekî re nahêle ku civak li ser heq, heqîqet û edalet û exlaqê ve pêk hatiye.
Belê, ev qudreta ku bi hezaran sal berê bi destê jinan di nav civakê de pêk dihat, di roja me ya îro de, ruxmî her cure êrîş, tunekirin, lawazkirin û bêwatekirinê jinan jî, berê me dide heqîqeta jiyanê.
Di roja me ya îro de heke li ser sînoran ji bo debara jiyana rojê, li ser pişta xwe bi barê giran sînga xwe didin ber guleyan, heke li ser kelekeke mîna pêlîstoka zarokan, di nav deryayên reş de berê xwe didin hinavê gerdelûlên biyanî, heke taştêya me ku ji çend lib zeytun û ji firingiyekê pêk tê di gewriya me de bê hiştin, heke li ber dîwarekî sar û seqem, axa xirbeya edaleta nêr bi ser xwe de diavêjin, heke bi hezaran kes di navbera du sînoran de xwe dabin ber rehma dewletên ruhmirî, heke di nav goristanan de neyartiya hestiyên me jî bikin, heke bi gazên kîmyewî bixwazin şaneyên me jî ji holê rakin, heke mirovên me yê 80 salî jî di nav lîsteya wan a reş de be, wê demê divê em li hilbijardeyeke din bifikirin. Bifikirin bê em çawa dikarin her tiştî di qirika wan de bieciqînin, bifikirin bê em çawa dikarin bibin dojeha wan, bifikirin bê çi hêzek bi me re heye ku ew jê ditirsin.
Ew hêz di rabirdûya me ye de veşartiye, ew hêz di nav şaneyên me de veşartiye ku li serê lutkeyên çiyayan, li deşt û newalan, li bajêr û kolanên wan de bê minnet serî rakiriye. Her wiha xwedî li mîraseya xwe ya jinane derdikevin.
Roja me ya îro di rabirduya me de bang li me dike. Li ser heman tablet û asewaran, ji bo Nanşe dinivîse ku di nav kurahiya dîrokê de çawa çav li ser me ye û ji bo pêkanîna erkên ku wê demeke dirêj bi serberzî û serkeftî pêk dianî, ji neviyên xwe çi dixwaze;
Ji bo aşkirina sêwî û stara jinebiyan
Ji bo cihekî peyda bike da ku yên xwedî qudretê ji nav herin
Ji bo ku hejar ên bi qudret binbixînin
Nanşe li dilê mirovan digere
Piştî vê gotina dawî pirs ew e, gelo di vê lêgerînê de her yek ji me dilê xwe ji edaletê re, ji wijdanê re, ji xwebûn, star û parastinê re çiqas vekiriye?