Navenda Nûçeyan |
Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev li gundê Xidirce ya dikeve ser Herêma Mexmûrê, êrîşî xelkê gund kirin. Di êrîşa ser gund de 3 bira jiyana xwe ji dest dan 4 kes jî birîndar bûn. Pêşmergeyên bi hewara xelkê gund çûn jî ketin kemîna çeteyan. Di encamê de 7 pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dan.
Endamê Rêveberiya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Xazî Mihemed Kerkûkî li ser êrîşa çeteyan a li Herêma Mexmûrê, li ser malpera xwe ya facebookê, peyamek belav kir.
Xazî Mihemed ku PDK’ê rexne dike, wiha got: “Ji bo ku pêşmerge werin şehîdxistin, ev çend sal in hûn li çiyayê Qereçoxê ji bo parastina DAIŞ’ê bûne sêwan. Qereçox di bin desthilata we de bû, hebûna DAIŞ ya li herêmê ji bo bazirganiya siyasi ye.”