Navenda Nûçeyan |
Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ya ku bi çarçoweya ‘Dem dema azadiyê ye’ bi dirûşma ‘Dê azadî bi ser bikeve, ji bo Ocalan tevbigere’ li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî ket roja 3’yan.
KCDK-E’yê ji bo berterafkirina saziyên ewropî bang li hemû kesên dilxwazên azadî û demokrasiyê kir ku tev li çalakiyê bibin.
KCDK-E’yê bi bîr xist înîsiyatîfa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ji bo ku CPT biryarên xwe yên sala 2020’an pratîk bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, di navbera 1-17’ê kanûnê de çalakî daye destpêkirin, çalakiya ku di çarçoweya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de bi dirûşma ‘Dê azadî bi ser bikeve, ji bo Ocalan tevbigere’ li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî, di navbera 1-17’ê kanûnê de her roj di navbera saet 10:00-15:00’an de dom bike.
KCDK-E’ê diyar kir ku her rojê dê navendên civakên demokratîk ên welatên cihê, tevgerên jin û ciwanan, hevserok, saziyên baweriyê yên kurdistanî, siyasetmedar, dostên enternasyonalîst, Yekitiya Hêzên Demokratîk ji bo ku bêdengiya saziyên ewropayî berteraf bikin bi ruhê seferberiyê tev li çalakiyê bibin
KCDK-E’yê têkildarî mijarê wiha got: “Em bang li gelê xwe, dostên xwe, hemû dilxwazên azadî û wekheviyê dikin ku tev li çalakiya li Strasboûrgê ya li ber Konseya Ewropayê bibin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan 1’ê kanûnê dest pê kiriye û heta 17’ê kanûnê dê bidome.”