Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Artêşa tirk bi tu awayî nikare têkçûna xwe veşêre

HPG'ê ragihand ku dewleta tirk neçar maye xwe ji gelek herêman vekişîne û tevî vê yekê jî nûçeyên bi gotina 'şikeft hatine îmhakirin' nûçeyên derewîn belav dike û wiha got: “Artêşa tirk bi tu derewê nikare têkçûna xwe veşêre.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nûçeyên ‘şerê psîkolojîk’ ê dewleta tirk ên demên dawî bi daxuyaniyekê derewand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di ser operasyona dagirkirinê ya dewleta tirk a qirker re 7 meh derbas bûn ku 23’ê Nîsanê bi xirecireke mezin dane destpêkirin. Artêşa tirk di nava vê demê de derfetên xwe hemû seferber kir, bi her cûreyî teknîk bi kar anî, bi rengekî bêsînor hovîtî kir, her roj bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û bi sedan carî çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî. Lê belê tevî van hemûyan hesabên artêşa tirk li bin guhê îradeya Apoyî ya gerîla ya ji pola ket, pûç bû û artêşa tirk careke din têk çû.

Ji bo têkçûna artêşa tirk û hilweşîna rejîma faşîst bê nixumandin, medyaya şerê taybet rojên dawî dest bi propagandeyeke berfireh a derewan kir. Lê belê argumanên ku pêşkêş dikin hemû derew in û senaryoyên li ser van derewan çêkirine jî bi temamî xapandine. Artêşa tirk ku fêhm kir wê derbên hîn girantir bixwe neçar ma xwe ji qadên Werxelê, Tabûra Ereban û Girê Kartal ên Avaşînê vekişîne. Tevî vê yekê jî bi derewan îdîa kir ku şikeftên gerîla bi dest xistine û îmha kirine.

Derewa operasyona MÎT’ê

Li eyaleta Serhedê, kesên bi navê Mazlûm (Emrah Adiguzel) û Sarsîna (Pervîn Arslan) ên ku 30’ê cotmehê xiyanet kirin û teslîmî dewleta Tirk bûn, teslîmbûna wan weke operasyoneke serketî ya MÎT’ê hat nîşandan. Hem agahiyên li ser van kesan hatin parvekirin hem jî agahiyên li ser girtina wan bi operasyona MÎT’ê ya taybet bi temamî derew e.

Nûçeyên şerê psîkolojîk

Her wiha her roj nûçeyên li ser destpêkirina operasyonên dagirkeriyê yên li herêmeke cuda yên bakurê Kurdistanê li dijî gerîla bi propagandayeke mezin têne pêşkêşkirin. Ji aliyekî ve derewa ku dibêjin ‘gerîla li Bakur qediya ye’ dubare dikin, li aliyê din jî bi deh hezaran leşkerî bi sedan operasyonên dagirkeriyê tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta tirk encam bi dest nexistiye. Ji ber vê yekê encamên operasyonên ku bi propagandayeke mezin radigihîne parve nake û aşkera nake ku kengî qediya ye.

Her wiha dem bi dem navê hevrêyên me parve dikin û bi nûçeyên şerê psîkolojîk îdîa dikin ku hevrêyên me şehîd bûne. Bi vî rengî hewl dide ku hem gelê me hem jî malbatên hevrêyên me bêmoral bike û hestên netewperestiyê yên hin beşên raya giştî ya Tirkiyeyê geş bike. Çawa ku roj nikare bê nixumandin, derewên ji qeşayê jî wê li pêşberî rastiyê bihele. Ji ber vê yekê divê gelê me yê welatparêz, raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê bi propagandayên şerê taybet ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê nexapin. Ji ber ku çiqasî senaryo û derewan çêdikin bila bikin, artêşa tirk wê nikaribe têkçûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre.”

Êrîşên bi obus û hawanan

Têkildarî êrîşên dewleta dagirker ev agahî hatin parvekirin: “1’ê mijdarê danê êvarê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombe qada Qaşûra ya herêma Metînayê hat bombekirin.

Di navbera 1 û 3’ê mijdarê de artêşa tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê Şehîd Şahan, Çemço û Rênçbiraxa bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombebaran kir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar