Di rojên dawî de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêdebûne, duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê carek din li nêzî gundê Qeresalim a girêdayî bajaroka Pirdê ya Kerkûkê êrîşî çeperên pêşmergeyan kir. Hat gotin ku di encama êrîşê de 4 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, pêşmergeyek jî birîndar bû.
Hat gotin ku piştî êrîşê, çeteyên DAIŞ’ê reviyan.
Navê pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane, ev in; Mesûd Telet, Nehro Naci, Hejar Celal û Rêkan Tofiq. KERKÛK