Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK: Divê hikûmeta Başûr daxwazên xwendekaran bi cih bîne

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku daxwazên xwendekarên li başûrê Kurdistanê rewa ye û xwest daxwaza xwendekaran bi cih werin

Navenda Nûçeyan |

Xwendekarên li başûrê Kurdistanê ku nikarin dermaleyên (bûrs) xwe werbigirin, du hefte ne çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Xwendekar dixwazin ku di heman demê de xizmetên civakî bên kirin lê belê bi zextê re rû bi rû man. Gelek xwendekar hîn jî binçavkirî ne û agahî ji wan nayê girtin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê çiqasî mafekî rewa be, daxwaza ji bo bersivdana li pêwîstiyên perwerdeyê jî ewqasî maf e û rewa ye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi navê Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê, em çalakiyên xwendekarên xwe yên zanîngehê silav dikin ku ji 21’ê mijdarê ve li başûrê Kurdistanê bi daxwazên mafdar li qadan in û li gel zext û êrîşan jî dest ji daxwazên xwe bernadin.

Mîna li hemû parçeyên welatê me, li başûrê Kurdistanê jî gelê me bi sedan sal in li dijî her cûre êrîşên qirkirina çandî, qirkirina ziman û qirkirina fîzîkî berdêlên giran daye ber çavên xwe û tu carî dest ji xwedîderketina li çand û zimanê xwe bernedaye. Lewma mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya li başûrê Kurdistanê yek ji destketiyên herî mezin û mayinde yê xelkê me yê Başûr e. Ji bo parastin û pêşvebirina vî mafê ku bi berdêlên giran hatiye bidestxistin, divê astengiyên li pêşiya perwerdeya zarok û ciwanên me bêne rakirin, perwerde nebe mijarek nakokiya navbera partiyan.

Ji 21’ê mijdarê û vir ve ji ber ku dermale ji xwendekaran re nayê dayîn, şert û mercên wargehan nayên başkirin û ya herî girîng jî ji ber ku xizmet ji xwendekarên ne alîgirê partiyan re nayê kirin, li Ranya, Koyê, Helebçe, Hewlêr, Qeladizê, Silêmaniyeyê, Kifrî, Seyîdsadiqê û gelek deveran çalakî tên lidarxistin. Li şûna ku hurmet ji van çalakiyên şermezarkirinê re bê nîşandan, êrîş li xwendekarên me, li paşeroja me tê kirin û xwendekar têne binçavkirin.

Di serî de rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Wezareta Perwerdeyê, Wezaretên Maliye û Hîndekariya Bilind divê bibînin ku rewşa heyî ‘Raperîneke Xwendekaran a bi Biryar e’ û çalakiyên ji 21’ê mijdarê û vir ve têne kirin bi rengê daxwazên rewa û demokratîk binirxîne, guhertin û sererastkirinên pêwîst bike. Lewma divê wezîfeya ku gelê me dane wan bi cih bîne.

Divê bê zanîn ku jinedîtîve hatina çalakiyên ku meheke dewam dike û xemsariya li pêşberî daxwazên mafdar dê pêşî li ciwanên kurd negire ku xwedî mîrateyeke têkoşînê ne û wê van kiryarên neheq jî nenixumîne.

Ji ber vê yekê em bang li saziyên pêwendîdar hemûyan dikin ku erka gelê me dane wan, ji bo berjewendiyên ciwanên me bi kar bînin ku ciwan paşeroja gelê me ne û di demeke kurt de daxwazên xwendekaran bi cih bînin. Em careke din bi bîr dixînin ku bicihanîna van daxwazan hem wezîfeyeke hem jî mecbûriyeteke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar