Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Em amade ne gelê xwe yê Başûr biparêzin

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yektaş têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kerkûkê axivî û diyar kir ku ew amade ne gelê Başûr ji DAIŞ’ê biparêzin

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş bal kişand ser zêdebûna liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê yên li Başûr û destnîşan kir ku ew amade ne gelê başûrê Kurdistanê biparêzin.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş bersiv da pirsên Ajansa ANF’ê.

Dewleta tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve ji bo dagirkirinê êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Bi saya berxwedana gerîla, dewleta tirk nekarî bi pêş ve biçe û li hin deveran neçar ma ku xwe vekişîne. Niha jî li herêma Kerkûkê êrîşên DAIŞ’ê rû dan. Hejmara qurbaniyan jî zêde dibe. Der barê vê de  hûn dixwazin çi bêjin?

Rast e, li derdora Kerkûkê liv û tevgera DAIŞ’ê heye. Ev liv û tevger niha veguheriye êrîşên şênber. Mirovên me yên sivîl û pêşmerge yên Başûr şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbatên pêşmergeyan ên şehîd bûne û ji tevahiya gelê xwe yê Başûr re dixwazin. DAIŞ a ku ji aliyê şervanên azadiyê yên gelê kurd ve hat têkbirin, jinûve dest bi êrîşên li ser gelê me kiriye ku ev yek cihê fikaran e.

Liv û tevgera DAIŞ’ê ji dewleta tirk cihê nîne

DAIŞ a ku li Sûriye û Iraqê têk çû, niha çima li derdora Kerkûkê ji nişka ve ketin nav liv û tevgerê?

Bi dîtina me ev yek ji hev cihê nîne. Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li Kerkûkê encama planekê ye û ev rewş ji dewleta tirk cihê nîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser daxuyanî û karên hin derdorên bi destê dewleta tirk li van herêman hatine birêxistin, hingî rewş baştir tê fêhmkirin.

Sala 2014’an dema ku DAIŞ’ê êrîş bir ser vê herêmê, weke HPG we li kêleka pêşmergeyan li wê herêmê şer kirin, gel parastin û herêm ji DAIŞ’ê paqij kirin. Eger niha êrîşên DAIŞ’ê zêde bibin û metirsî jî mezin bibe, hûn ê heman tiştî bikin?

Bêguman em ê bikin. Ji ku derê êrîş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî gelê xwe biparêzin. Eger ji bo herêma ku we gotibin be, eger pêwîstî bi me hebe û bê xwestin, weke HPG em amade ne xelkê xwe yê li Kerkûkê biparêzin. Weke ku we jî got di sala 2014’an de em çawa bi erka xwe rabûn, niha jî tu astengî li pêşiya me nîne ku vê erka xwe nekin.

Di van êrîşan de gelek ji gel û pêşmergeyan şehîd bûn. Di vê mijarê de lawaziya hêzên PDK’ê bûye mijara nîqaşê. Mîna ku di nava raya giştî de tê nîqaşkirin, PDK’ê bi giranî berê xwe daye qadên gerîla. Tê gotin, wesayîtên zirxî û çekên ku hêzên navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dane PDK’ê, niha bi wan çekan bi sedan girên li qadên gerîla dorpêç kiriye…

Agahiyên ku li nava raya giştî belav bû û xusûsên ku we qalê kirin mixabin rast in. Ewqas hêza leşkerî û derfet diviyabû ne li dijî gerîla, lê belê li dijî dijminên rasteqîn ên gelê kurd bi cih kiribûna. Ji ber ku ev yek bi kêrî doza gelê başûrê Kurdistanê, bi kêrî doza azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê nayê. Her wiha divê ev yek jî bê zanîn; bi hêzên welê qelebalix û wesayîtên zirxî mîna xwepêşandanê derb nikare li DAIŞ’ê bê xistin. Tenê bi yekîneyên biçûk derb dikare lê bê xistin. Jixwe weke HPG’ê dema ku me rêbaz û taktîkên serdema nû ya gerîla diyar kir, yek ji xusûsên herî girîng ku me li ber çavan girt ev bû; bi vî rêbazî li dijî êrîşên bi vî rengî encam tê wergirtin. HPG di vê mijarê de gelekî bi tecrûbe û şareza ye.

Tu eleqeya me bi bûyera bombeyê nîne

Di hin nûçeyan de hat îdîakirin ku serokkomarê dewleta tirk Tayyîp Erdogan dema hat Sêrtê bombeyek li wesayîta polîsekî ve hatiye bicihkirin û pêşî li êrîşek li dijî Erdogan hatiye girtin. Medyaya tirk ev yek xist stuyê gerîla û hewl da ku di rojeva Tirkiyeyê de bide nîqaşkirin. Gelo ev îdîa rast e?

Tu eleqeya bûyera bombeyê bi me nîne. Dibe ku ev yek senaryoyeyek ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin. Rejîmeke faşîst û şefê wê heye ku êdî ji rojevê, ji hal ketiye. Dibe ku ji bo AKP’ê bi rengekî cuda bixin rojevê û xwe weke mexdûr nîşan bide, ev yek kiribin. Tê gotin ku bombeya hatiye bidestxistin 1.5 kîlo ye. Her kes zane ku teqemeniyek di vê astê de qet bandorê li wesayiteke zirxî ya ji bo serokkomar nake. Ji ber vê yekê ya hatiye gotin nerast e, ji bo propagandayê ye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar