Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda duh di êrîşa balafira biçek a bêmirov a dewleta tirk a dagirker de şehîd ketibû. Cenazeyê Merwan Bedel îro danê sibehê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hat girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî encam dan, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin ji malê hat oxirkirin.
Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel bi karwaneke wesayîtan ji bo merasîmê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi rê ket. Hemû şêniyên Xanesorê ji bo şehîdê xwe yê nemir daketiye kolanên Xanesorê û tevî darbesta wî ber bi şehîdgehê ve diherikin.
Piştî ku cenaze gihîşt şehîdgehê wê merasîm destpê bike. ŞENGAL