Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Merwan Bedel bi merasîmeke heybet hat oxirkirin 

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke heybet hat oxirkirin. Di merasîmê de soza şopandina şehîdan hat dayîn

Duh derdora saet 14:00’an balafira bêmirov a dewleta tirk a dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.

Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hat girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û resmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin, ber bi goristanê hat birêkirin.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hat oxirkirin.

Piştî ku darbesta Şehîd Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtan ji mala wî hat oxirkirin, karwan beriya ku bigihêje şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatî darbesta wî girtin ser milan û heya şehîdgehê meşiyan. Girse bi lêdana def û şibêban û her wiha bi dirûşma şehîd namirin heya şehîdgehê meşiya.

Li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş. Berxwedan ji bo Merwan Bedel merasîmeke leşkerî hat kirin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekitiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha gelê ereb jî di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de şervanên YBŞ’ê amade bûn.

‘Malbata wî ya esasî civaka êzidî bû’

Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Tîrêj Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna Şehîd Merwan Bedel û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tev li refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşiya.”

Tîrêj Şengalî destnîşan kir ku herî dawî jî ji bo rêxistinkirina civaka azad wî di qada civakî de xebat meşandine û wiha berdewam kir: “Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka êzidî bû. Ev şehadet jî car din ispat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê tu rêyek cuda ji bo êzidiyan nîne.”

‘Hevalê Merwan bû fedayiyê Êzîdxanê’

Piştî axaftina Tîrêj Şengalî, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm axivî. Heso Brahîm jî bal kişand ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û wiha got: “Em di şexsê wî de hemû şehîdan bi bîr tînin. Pêşengê me Merwan Bedel bi rêzdarî bi bîr tînin. Eger em bêjin em li pey Tawisî Melek in em ê şehîdan bidin. Eger em şehîdan bidin wê demê em zanibin em hene. Hevalê Merwan bû fedaiyek Tawisî Melek, bû fedayiyê Êzîdxanê. Hevalê Merwan şehîdê Êzîdxanê ye. Bila serê gelê êzidî sax be. Hol hola Tawisî Melek e.”

‘Iraq hevalbendê Erdogan e’

Di merasîmê de herî dawî jî Şemê Remo li ser navê TAJÊ axaftinek kir. Dayê Şemê di axaftina xwe de herî zêde bal kişand ser berpirsyariya hikûmeta Iraqê û wiha got: “Ka parastina hikûmeta Iraqê, ka parastina dewletan. Hikûmeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikûmetê şermezar dikin.”

Di merasîmê de hêrs û kîna li hemberî dewleta tirk a dagirker, hikûmeta Iraqê û PDK’ê hîç kêm nebû. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê û parastina Şengalê hat dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Merwan Bedel bi dirûşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.

Girseya ku ji şehîdgehê vedigere wê li nahiya Sinûnê kom bibe û li wir meşeke girseyî were kirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar