Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrîşa dawî ya li ser Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:
“Weke tê zanîn 7’ê kanûnê di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk a faşîst de hevrêyê me Mervan Bedel ku yek ji pêşengên gelê me bû şehîd ket. Lê belê ev êrîş ne êrîşeke ku tenê dewleta tirk a faşîst bi tenê dikare bike. Ev êrîş ji aliyê MÎT û Parastin û komên hevkar-xiyanetkar ên ji bo MÎT-Parastinê dixebitin hatiye kirin. Em vê yekê baş dizanin. Ji bo vê em bang li malbatên Parastin û xebatkarên MÎT’ê dikin; li zarokên xwe xwedî derkevin. Wekî din, em ê nebin berpirsiyarê tiştê ku dê çê bibe. Ji ber ku ji bo me Parastin, MÎT û DAIŞ heman tişt in. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî wan bidomînin, em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, em ê di şopa şehîdên xwe de xeyalên wan ên nîvço mayî pêk bînin.
Çawa ku me DAIŞ’ê têk bir em ê MÎT û xayînan jî têk bibin
Bi van êrîşan xiyanetkar, hevkar û kesên ku difikirin ku em ê gavê paşde biavêjin bila bizanibin;em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in. Ji ber ku me soz da hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe, em ê heta serketinê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi berxwedana xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Jixwe me ev biryar ji zû ve dane. Ji bo vê jî divê gelê me baş bizanibe; çawa ku me çeteyên DAIŞ’ê têk bir, îro jî em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ve, MÎT-Parastin û hevkarên wan ên ku ev êrÎş pêk anîne têk bibin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê nirxên şehîdên me bi xwîna xwe afirandine biparêzin û berfireh bikin. Bi şopandina rêya şehîdên xwe em ê xeyalên wan ên nîvî mayî bi serketinê tacîdar bikin.
Biryardariya li ser berxwedan û têkoşînê
Bi van êrîşan dijmin dixwaze gelê me bê statu bihêle. Dixwazin em dev ji berxwedaniya xwe, nirxên ku hevrêyên me yên şehîd afirandine, berdin û paşde gav biavêjin. Em ji kesên ku van êrîşan plan kirin, piştgirî dan vê êrîşê û zemîn ji van êrîşan re amade kirin re dibêjin; dijminên me dê nikaribin xewn û planên xwe pêk bînin. Ji ber ku me berê jî gotibû, me biryara xwe ji niha ve daye û me diyar kiriye ku em di berxwedan û têkoşînê de bi israr in. Ji ber vê yekê biryardarî û berxwedana me wê nehêle ku planên dijmin pêk werin.
Ji bo vê jî divê gelê me yê başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşên hevpar ên MÎT’a tirk û Parastinê bi hişyar bin. Divê baş bizanibin ku; Parastin îro weke saziyeke ku ji bo MÎT’ê dixebite tevdigere. Ji bo vê yekê divê gelê me yê başûrê Kurdistanê haya wan ji van hevkar-xiyanetkaran hebe û rê nede ku ev hêz bi rehetî li başûrê Kurdistanê tevbigerin. Ji ber ku ev hêz dixwazin çeteyên DAIŞ’ê yên ji bo gelê me xeter in û celladên gelê me ne, ji nû ve ava bikin, zindî bikin û bi vî awayî êrîşî başûrê Kurdistanê bikin. Niha balafirên keşfê yên artêşa tirk bi rehetî li başûrê Kurdistanê tevdigere û êrîşan pêk tîne. Heman demê MÎT a tirk bi rehetî li başûrê Kurdistanê xwe rêxistin dike û tevdigere. Ev giştî sedema xwe armanca dagirkirina dewleta faşîst a dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê ye.
Bang û hişyariya li gelê başûrê Kurdistanê
Dixwazin nirxên ku gelê me yê Başûr bi xwîna xwe afirandiye bi dest bixin, tune bikin û dixwazin başûrê Kurdistanê û gelê me yê Başûr bê statu bihêlin. Ji bo vê jî divê gelê me yê Başûr li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Di serî de berpirsyariyên mezin dikeve ser milê ciwanên me yên li Başûr. Divê ciwanên me yên Başûr li hemberî xebat û rêxistinên MÎT’ê, li hember dagirkeriya wan a li ser Başûr bisekinin, kesên ku bi MÎT’ê û Parastin re hevkariyê dikin deşîfre bikin û li hembervan ev xayîn-hevkaran bisekinin û bersiv bidin. Ev wezîfeyeke dîrokî ye. Em bawer dikin ku; ciwanên me yên Başûr dê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin.
Li dora YBŞ û YJŞ’ê bicivin tev li têkoşînê bibin
Her wiha divê gelê me û gelê Şingalê li dijî hevkariya dijmin bibin yek, li derdora fikir û ruhekî bibin yek. Li hemberî van êrîşan gelê me encex bi yekitiyê dikare li ber xwe bide. Her wiha divê ji her demê bêhtir gelê me tev li têkoşîna rêxistina xwe ya cewherî bin. Divê bi rêxistinbûna xwe ya xweser a derdora YBŞ û YJŞ’ê ya ku ji aliyê zarokên xwe hatine avakirin ve kom bibin, pêş bixin û tev li têkoşînê bibin. Ji ber ku YBŞ û YJŞ xwerêxistinkirin û xweparastina gelê me ye ku gelê me li hember êrîşên derve diparêzin. Ji bo vê jî erkên gelê me yên dîrokî hene. Li hemberî van êrîşan pêwîst e gelê me li derdora rêxistinbûna xwe û xweparastinê kom bibe û bi vê awayî rêxistinbûna xwe mezin bike. Gelê me li dijî van hevkaran divê li kêleka YBŞ û Meclisa Xweser a Şingalê têbikoşin û yekitiya xwe bidin meşandin. Ev erk û berpirsyariyeke dîrokî ya gelê me ye. Ji ber ku YBŞ ji zarokên gelê me pêk tê, tevgereke îdeolojîk û dozgerî ye. Tevgereke doza îdeolojîk û hêzek li ser bingeha gelê xwe tu carî têk naçe.
Bêdengiya li hemberî van êrîşan tê wateya qebûlkirina dagirkirin Iraqê
Ev êrîşên dewleta tirk a faşîst ne tenê li dijî êzidiyan, gelê Şingalê û gelên Başûr e. Ev bi her awayî gavên ji bo dagirkirina Iraqê ne. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Federal a Iraqê û dewleta Iraqê li hemberî van êrîşên dewleta tirk a faşîst bêdeng nemînin. Divê li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û li dijî van êrîşan bisekinin. Li hemberî van êrîşan bêdengmayîn tê wateya erêkirina dagirkirina Iraqê. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Federal a Iraqê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Her wiha dewleta tirk a faşîst jî dev ji fikra Peymana Neteweyî (Mîsak-i Mîllî) ya ku her tim xeyal dikir, bernedaye. Bi taybetî jî demeke kurt beriya bidawîbûna 100 saliya Lozanê, dewleta dagirker a TC bi êrÎşên vî rengî di hewldana dagirkirina Iraqê bi taybetî jî Kerkûk, Mûsil, Şingal û başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî divê dewleta Iraqê û Hikûmeta Federal a Iraqê li hemberî van êrîşên dewleta tirk a faşîst-mêtinger bibin xwedî helwest. Em weke hêzên YBŞ’ê her tim diyar dikin, di çarçoveya Iraqa Federal a Demokratîk û Xweseriya Demokratîk a Şingal de ger êrîşek li ser bihostekî xaka Iraqê pêk were, em ê ji bo parastina Iraqê li gel hêzên dewleta Iraqê cih bigirin û têbikoşin.
Li dijî êrîşan û xeta xiyanetê em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
Ji Heval Zekî heta Heval Zerdeşt, ji Heval Seîd heta Heval Dijwar me bi dehan şehîdan ji bo statûya Şingalê dan. Ji ber vê yekê em careke din soz didin şehîdên xwe yên mezin, pêşeng û fermandarên gelê me ku em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û em ê berxwedana xwe mezintir bikin û em soz didin ku em ê nirx û têkoşîna ku ev şehîdên me bi xwîna xwe afirandine, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em vê ya diyar dikin ku; PDK îro ne xwedî hêz e ku bi lehengî şer bike. Ji bilî hevkariya qirêj, îspiyonkerî, sîxurî û xiyanetê tu hêza wî nîne. Li dijî vê xeta hevkarî û xiyanetê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em bang li malbatên kesên ku bi vê hevkariyê îxanet li wan hatiye kirin dikin. Zarokên xwe ji vê hevkariyê qut bikin an jî em ê nebin berpirsiyarê tiştê ku diqewime. Ji ber ku me ji sala 2014’an û vir ve di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, êrîşên dewleta tirk û PDK’ê de bi giştî 409 şehîd dane. Herî dawî me hevrêyê xwe Mervan Bedel di têkoşîna azadî û statuya Şingalê de şehîd da. Ji bo vê em ê weke YBŞ’ê rêya şehîdên xwe bişopînin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo bidestxistina statuya Şingalê têbikoşin.
Em dibêjin; heta ku em têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin, li hember giştî êrîşan em ê mezin ber xwe bidin, rêxistina xwe ya cewherî pêk bînin da ku Xweseriya Demokratîk a Şingalê pêk bînin. Ev soza ku me ji bo şehîdên xwe û gelê xwe daye.” ŞENGAL