Di doza Hadî Elçîçek, Kuling Sevîlen û Salîh Tûgrûl de yên ku ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de di sala 1990’an de hatibûn girtin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye ji xala ‘rêgeza darizandina bi edalet hatiye binpêkirin’ mehkûm kir. Piştî darizandinê doz li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 4’emîn dîsa hat kirin.
Salîh Togrûl ji ber nexweşiya xwe di sala 2014’an de hatibû berdan, Kuling Sevîlen jî di sala 2015’an de li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû.
Rûniştina doza Hadî Elçîçek û Salîh Togrûl hat kirin. Elçîçek ji ber problema di SEGBÎS’ê de nikaribû ji Saziya Înfaza Cezayê ya Tîpa T a Nimreya 2’emîn a Tarsûsê tev li rûniştinê dozê bibe.
Di dawiya rûniştinê de heyeta dadgehê biryar da ku divê înfaza derbarê Hadî Elçîçek de were sekinandin. AMED