Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YPJ: Berpirsyarê sereke yê êrîşa li ser Şengalê, PDK ye

YPJ’ê derheqê êrîşa li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bûbû daxuyanî da, diyar kir ku ew êrîşan weke domdariya fermanê didomînin û êrîş şermezar kir

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) derheqê êrîşa terorî ya dewleta tirk a li ser Şengalê daxuyanî da ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Şehîd bûbû.

YPJ’ê diyar kir ku ew weke hêzên YPJ’ê van êrîşên ku weke berdewama fermanê didomin, fermandar û pêşengên civaka gelê êzidî hedef digirin û hêzên di van êrîşan de hevkariyê dikin û xwe li hember van kiryarên dewleta tirk a dagirker bêdeng dihêlin şermezar dikin û ji malbata Merwan Bedel, civaka êzidî û hemû gelê welatparêz re sersaxiyê xwest.

Daxuyaniya giştî ya YPJ’ê wiha ye:

“Şengala ku piştî fermana 2014’an, bi hêza keç û xortên xwe, xweseriya xwe ava kir û ruxmê hemû gef û êrîşan dîsa bi hêza şervanên xwe ve ax, welat, hebûn û çanda xwe parast û wisa hebûna xwe diyar kir, tu caran ji aliye hêzên çavnebar re nehat hezim kirin û herdem weke berdewama fermanê pêşengên civaka Êzîdxanê hatin hedef girtin. Fermandarên weke Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedel ji bo gele Êzîdxanê bûne pêşeng, bûne hêz, bûne vîna xwe parastinê, bi hebûn, kar û xebatên xwe jî hêz û morala xwedî derketina Şengalê di gelê Êzîdxanê de ava kirin.

Dewleta tirk a dagirker di fermana li ser Şengalê de hevkarî û finansekirina çeteyan de xwedî rolekê diyarker bû. Piştî rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê her tim gef û êrîşên dewleta tirk û PDK’ê li ser axa pîroz berdewam kir. Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi hevkariya îstîxbarata MÎT û Parastinê û di encama bêdengiya hikûmeta Iraqê de pêşengê mezin Merwan Bedel hat hedefgirtin û bi awayekê namerdane hat şehîdxistin. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi salan e axa başûrê Kurdistanê ya ku bi xwîna sedhezaran şehîd hatiye rizgarkirin bi awayekê qirêj ji dewleta tirk a dagirker re pêşkêş dike. Ji ber vê sedemê di asta yekemîn de berpirsyarê vê êrîşa qirêj PDK ye.

Em hêzên YPJ’ê van êrîşên ku weke berdewama fermanê didomin, fermandar û pêşengên civaka gelê êzidî hedef digirin û hêzên di van êrîşan de hevkariyê dikin û xwe li hember van kiryarên dewleta tirk a dagirker bêdeng dihêlin şermezar dikin û em ji malbata Merwan Bedel, civaka me ya êzidî û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em YPJ êşa gelê xwe parve dikin û banga me li hemû jinên cîhanê, derdorên demokrasîxwaz ew e ku herkes bi awayekê berpirsyarî  xwedî li Şengalê derbikeve. Em di wê baweriyê de ne ku serî de jin, ciwan û hemû gelê êzidî bi awayekê xurttir bi hêz û vîna cewherî li çanda berxwedan û parastina Şengalê ya ji Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Mam Seîd heya Merwan Bedelan tê xwedî derbikevin, hevgirtina xwe xurt bikin, ax û çanda Êzîdxana pîroz biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar