Çalakiya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê her roj ji aliyê siyasetmedar, nûnerên saziyên jin û ciwanan, baweriyan û pêkhateyên Yekitiya Hêzê ya Ewropayê tê meşandin. Îro jî endamên Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) çalakî dewr wergirt.
Di çalakiyê de ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê meşandin, daxwazên bingehîn rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e. Çalakger diyar dikin ku bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê tê wateya hevkariya sûcên dewleta tirk.
Hevserokê CDK-F’ê Necmettîn Demîralp, Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi bîr anî ku di êrîşa bombeyî ya dewleta tirk de şehîd bû û diyar kir ku dewleta tirk hîn jî li dijî mirovahiyê sûc dike. Demîralp anî ziman ku Ewropa û cîhan li hemberî vê bêdeng dimîne û bal kişand ser hevkariya Parastin û MÎT’ê.
Demîralp destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje asta serketinê û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê me bi hevkariya dewletên Ewropayê dewam dike. Ewropa ku dibêje tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi binpêkirina qanûnên xwe dibe hevparê sûcên dewleta tirk a faşîst.”
Necmettîn Demîralp bang li hêzên çep, sosyalîst û demokratîk kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê li dijî siyaseta faşîst a dewleta tirk têkoşîna hevpar mezin bikin. STRASBOURG