Girtiya bi navê Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Tîpa F’yê Kandirayê bû, jiyana xwe ji dest da.
Parêzer Eren Keskîn jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt gotin: “Bîskek berê me ji Girtîgeha Kandirayê xeber stend ku muwekîla me Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Ew mexdûra îşkenceyê bû. Cezayê wê yê hucreyê hebû. Midûrê girtîgehê telefonî xwişka wê kir, mixabin Garîbeya me çû. Parêzer Jiyan Tosûn û Parêzer Jiyan Kaya diçin wir.” STENBOL