PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Nakokiyên parvekirina cîhanê tûj dibin

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di sedsala 20’an de du cengên cîhanî çêbûn û ev tê wateya ku cîhan du caran hat parvekirin.

Cîhan di navbera du dewletên sereke de, weke du eniyên mezin li dijî hev nakokî û şerê xwe birêve birin. Lê di dawiya sedsalê de ew dubendiya cîhanî bi piranî têk çû.

Di sedsala 21’ê de, cenga cîhanî ya sêyemîn destpê kiriye. Û dîsa ew dubendiya bi şêwazên piralî tê nûjenkirin.

Weke tê zanîn Pakta/Peymana Varşova, li pey hilweşandina Yekitiya Sovyetan ew jî hilweşiya. Li hemberî wê NATO, erê hilneweşiya belê ew jî têra xwe di guhestinê re derbas bû û hîn jî ew pêvajo dom dike.

Li gel vê guhertin û vegurtinên bingehîn, ew rikeberî û dijberiya navbera herdu serokên wan paktan ranebû, bi şêwazên cur be cur her dewam kir û hîn jî dewam dikin.

Erê bi hilweşandina Varşovayê re, di serweriya serokatiya Rûsyayê de lawazî çêbû lê bi rengekî din û bi awayekî nû dîsa kete nava hewldana hûnandina eniyên cuda. Bi avakirina Şanghayê re, dixwaze şûna valatiya Varşovayê tije bike.

Niha pêşengiya vê Şanghayê Rûsya û Çîn dikin. Destpêkê navê wê Rêxistina Hevkariya Şanghayê bû, paşê bu Şaghaya Pêncan û herî dawî bû Peymana Şanghayê. Bi beşdariya pênc deweletan; Çîn, Rûsya, Kazakistan, Kirgizistan û Tacikistanê di hezîrana 2001’ê de birêketin, paşê bi beşdariya Ozbekistan, Hindistan, Pakistan û herî dawî jî îsal bi beşdariya Îranê re, hejmara endamên Şanghayê bûn 9 dewlet. Her wiha 3 dewletên çavdêr, 3 dewletên piştgir û 6 dewletên diyalogê/danstandinê jî hene.

NATO jî, dema nû ku di Nîsana 1949’an de hat damezrandin, endamê wê 12 dewlet bû, îro gihiştiye 30 dewletan. Ev jî dişibi ya din, ji destpêkê ve heta niha serokatiya wê DYA dike.

Îca niha jî, her çendî bi hinek navên din Peyman û Pakt hatibin ava kirin, dîsa serkêşiya wan bi giranî her du dewletên sereke DYA û Rûsya dikin.

Weke mînak di dawiya sedsala 20’an de bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gelek hewldan di bin serweriya DYA’yê de hat meşandin. Ji bo demekê Buch, R.T.Erdogan jî weke cigirê xwe yê vê projeyê destnîşan kiribû û R.T.Erdogan, bi vî navî gelek pesindariya xwe jî dikir. Ev proje, bi bingehîn ji bo destêwerdana Rojhilata Navîn bû û R.T.Erdogan, ji bo ev projeya wan bi serkeve, xizmetek gelek mezin ji wan re kir û lewma temenê desthilatiya wî ewqas dirêj bû.

Li aliyê din, dîsa di bin serkêşiya DYA’yê de, bi navê Aukus, DYA, Avusturalya û Ingîlistanê di îlona 2021’ê de Pakteke ewlekariyê ava kirin. Ev peyman jî, bi bingehîn li ser dijberiya Çînê, bi lezgînî hat damezirandin. Ji bo li Deryaya Pasifikê, di bin deryayê de enerjiya nukleriya xwe xurt bikin û ji pêşkeftina Çînê re bibin asteng.

Çîn jî vala nerawestiya ye. Bi navê “Yek Kember, Yek Rê”, di 2013’an de projeyek ragihandiye. Xwedêgravî ev ji bo yekitiya şaristaniya Çîn-Romayê, dê li gel Îtalyayê, bi hevkarî, vê plana Rêya Hevrêşima Modern bidin meşandin û ew ê di sala 2049’an de jî temam bikin. Jixwe tê gotin ku ew Pakta AUKUS’ê li dijî xetera vê projeyê hatiye ava kirin.

YE jî, bi navê projeya Global Gateway, weke ku hevalbendiya xwe li gel DYA bide nîşandan, li dijî pêşveçûna Çînê bi peymanek wisa daketin qadê.

Di encamê de, weke li destpêkê hat gotin, êdî em ketine pêvajoya cenga cîhanê ya 3’an. Çawa di her 2 cengên berê de, armancên hemû dewletan, ji bo ku ji cîhanê hîn pirtir parê werbigirin bû, di vê cengê de jî ew ê her armancên wan berjewendên dewletên wan bin.

Dibe ku hinek bêjin ma çi têkiliyên me bi ewqas cengên dewletên cîhan re heye? Erê gelek têkiliyên me hene. Ji ber ku çawa hemû cengên berê, di ser xaka Kurdistana me ya pîroz re, di ser serê gelê Kurdistanê re derbas bûn û dibe ku para herî mezîn ji êrîş û êşên dagirker û qirkeran bûbin para gelê me.

Di dema cengên berê de, gelê Kurdistanê rastî gelek jenosîdên giran hat. Hemû xeter dîsa di rojevê de ne. Ji ber ku dîsa Kurdistan li ser guzergeha van projeyan e. Lê vê carê gelê Kurdistanê ne nezan û ne bê rêber e. Berovajî berê, vê carê xwedî rêber û rêxistinên gelek bi hêz in. Her wiha ji serpêhatiyên berê gelek ders standiye, êdî mirov bi hêsanî dikare bêjê stewiya ye, hosta ye, xwedî îrade û hişmendî û baweriyek pir mezin e. Û hinek destkeftiyên hêja û bi rûmet jî bi dest xisti ye.

Belê dîsa jî hişyarî û amadekariyên xurt divê, ji bo parastin û mezinkirina destkeftiyan û pêşvebirin û berfirehkirina di asta navnetewî de ya dozê!

Di vê cenga cîhanê ya 3’an de, vê carê para bi rûmet a jiyana azad û xweser dibe ya gelê Kurdistanê!

Nûçeyên Têkildar