Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelo bi tecrîdê dixwazin çi bikin?

Pergala Îmraliyê, pergalekî wisa ye ku mirov nikare bi hesanî di bin şertên wê li ber xwe bide û jiyana xwe bidomîne. Lê Rêber APO wisa kiriye ku navenda Îmraliyê bibe, navenda zanistî û felsefeya jiyana azad.

Bêguman ger mirov li gera dîrokê binêre ji destpêka şaristaniyê heyanî şaristaniya kapîtalîst, di serdema hişmendiya destlhilatdariyê de komplo wekî amûrekî bi pêşdebirina desthilatiya xwe hatiya bikaranîn. Cara yekem komplo ji hêla kesên serdest ên modernîta kapîtalîzm bi rêve dibin, hatiya dîtin ku ji bo bi awayekî baş bikaribin pergala xwe bixin di bin misogeriyê de. Tevî ku di dîrokê de gelek caran em rast tên, mirovên ku li hemberî vê pergalê serê xwe hildane, yan jî ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin bi rêya komplo hatine girtin û bêdengkirin. Bi heman wextî rê li ber lêgerîna azadiyê jî girtine. Armanca kesên serdest, mêtînger ew e ku civakan ji nirxên wê yên kevneşop biyanî bikin û xwe li ser hafizeya gelan bi vî rêbazî dagir bikin.

Di dîroka mirovahiyê de gelê ku zêde li beramberî komployan rû bi rû hatiya hiştin gelê kurd e. Di van demê ku komplo li dijî kurdan çêdibûn, her demê kurdan bedelên giran di oxira hebûna xwe de daye ku bi rûmet bijîn.

Vê carê jî dîrokê xwe bi heman rengî dubare kir ku li hemberî Rêber APO pêk anîn. Ji ber ku Rêber APO di pêkanîna nasnameya civakekî exlaqî de girêdayî nirxên azadî, wekhevî, edalet û komînal e, ango Rêber APO di civaka kurd de zanistiyekî nû ya azadiyê daye qezenckirin. Li ser vî bingehî jî di bin pêşengtiya Rêbertiyê de Tevgera Azadiyê, tunebûna gelê kurd a ku ber bi qirkirinê ve diçû hat sekinandin û gelê kurd li Rojhilata Navîn û ji bo tevahî gelên azadîxwaz pêşengtiya têkoşînê kir.

Bêguman ev bû 23 sal in ku Rêber APO li beramberî sîstema kapîtalîzmê tekoşînekî bêhempa dide meşandin. A rast  têkoşîneke bêtirî 50 salî li dijî vê pergala kapîtalîzmê dide. Lewma hem hêzên serdest û hem jî dagirkeriya tirk, dewleta tirk rê nade bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were. Ji ber ku dizanin ger hevdîtin çêbibe, bandora Rêber Apo wê li Rojhilata Navîn û giştî Kurdistanê ji bo çareseriya netewa demokratîk hîn bi leztir bibe bersiv. Ji ber vê yekê ye fikirên Serokatî li pêşiya berjewendiyên xwe asteg dibînin ku nahêlin hevdîtin pêk were. Rêber APO dabû diyarkirin: “dewlet rê nade yek gotinên min derkeve dervî giravê.” Yanî meriv dikare texmîn bike ku şerê herî dijwar li Girava Îmraliyê tê meşandin.

Hemû armanca dewleta tirk ku di navê de hêzên kapîtalîst ew e fikirên Rêber APO çarmîx bikin û ramanên wî tune bikin. Lê rastiyekî domdar e ku Rêber APO hizirên xwe gihandiya astekî jor ku modernîteya kapîtalîst xistiye nava çembera xwe.

Ev komploya ku bi destên hêzên navneteweyî ve pêk hat, bi awayekî rast dişibe efsaneya Prametuosê. Çawa ku Prametous ji bo azadiya mirovahiyê, ji xwedayan agir dizî û cigera wî bi qertalan dane xwarin, îro jî li Girava Îmraliyê heman tiştî pêk tînin û wekî bûyerekî rewa ku  her car diqewime dihesibînin.

Di vê dema derbas bûyî de planên dewleta tirk ku li ser Rêber APO dide pêkanîn, pêwîst e her kes helwesta xwe ya dîrokî li hemberî van planan bînin cî ku wan êrîşan li ser xwe bihesibîn.

Nûçeyên Têkildar