Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsan di saetên sibehê de bi ser avahiya HDP’ê ya navçeyê de girt. Sedema serdegirtinê nayê zanîn û lêgerîna polîsan a li avahiyê berdewam dike.
Li aliyê din polîsan li Cizîr û Silopiyayê di heman waxtê de bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegrtinên Cizîrê de polîsan Hevserokê MEDYA-DER’a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP’a Cizîrê Naîm Înedî, Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît binçav kirin. Li Silopiyayê jî polîsan Delîl Urek û Nadîr Onûk binçav kirin. Tê gotin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe. ŞIRNEX