Navenda Nûçeyan
Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê kurd û dostên xwe daketin qadan û ji bo azadiya Ocalan meşiyan.
Hannover
Çalakgerên li Steintorplatzê hatin ba hev heta bazara Naol meşiyan. Çalakî di pêşengtiya Meclisa Jinan a Ronahî ve hat lidarxistin. Piştî meşê axaftina hatin kirin û diyar kirin ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe dê li qadan bin.
Berlîn
Li Berlînê jî bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan mîtîn hat lidarxsitin. Kurdistanî û dostê xwe li Nollendorf platz hatin ba hev û belavokên bi zimanê almanî belav kirin. Her wiha dirûşmeyên “Freiheit Für Öcalan”, “Es lebe Öcalan” berz kirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Fed Kurdê Kerem Gok axivî û bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku helwesta polîsên alman a li dijî wêneyên Rêberê Gelê Kurd xelet e û ev helwest şermezar kir.
Ligel hemû zextên polîsan jî mîtîng bi coş û kelecan bi dawî bû.
Li Marsîlyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi sedan kurdistanî û dostên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev û çalakî li darxistin. Kurdistanî û dostên xwe di saet 13.00’an de li qada Canabîere hatin ba hev û heta qada Vîeux Portê meşiyan. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatine amade kirin hatin belavkirin û heta dawiya meşê dirûşmên Fransî ê “Ji bo Ocalan azadî“ hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya fîzîkî pêk bê“, “Bijî Rêberê Gelan Ocalan“, “Ji Kurdistanê re statu“ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Kurdistaniyên ji Montpellîer û Dragûnyan hatine, cihê xwe di meşê de girtin.
Piştî meş gihişte qada Vîeux Portê veguheriya mîtinê. Di mîtîngê de ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz hate girtin û belavok hatin belavkirin. Mîtîng bi axaftinan berdewam kir û bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Çalakiya kom kirin îmzeyan ya bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” jî bi dawî bû.