Murat Sekmen |
Di bingeha her têkiliyeke navbera mirovan de, dîsa têkiliyên jiyanî yên di navbera zindiyan de, girêdana wan a bi hevdu ya li ser hîmên manewî hatine hûnandin, dide nîşan. Kelecana ku xwe di rûyên mirovan de dide der, xweşikahiya sincî ya bi hîsiyatê xwe temam dike, bi xwe re kedkariyeke girêdana hevre jiyana azad dide avakirin.
Dirûşma me ya vê girêdanê jî; divê tu ji dil hîs bikî û bêyî ku di nav dudiliya berjewendîparêz de hêstên xwe bitevizînî, rastiya hezkirinê çi ye? Tu di jiyana xwe de bidî ravekirin. Haveynê vê yê meyandinê çi ye ku evîndariyê derdixe holê? Her kes dikare ji hêla xwe ve li bersiva vê pirsê bigere. Tişta ku li hêst û zimanê min dialiqe jî divê çi dibe bila bibe, tu ji heqîqeta xwe ya jiyana parveker re îxanetê nekî. Di sira vê heqîqeta pîr û pak de hêstên hatî kamilkirin, xwe gihandina kemaliyê serkêşiyê dike.
Her mirovê li ser erdnîgariya ku çêbûye, gelek taybetmendiyên wê axê digire. Em kurd jî ji ax, av û ji taybetmendiyên erdnîgariya xwe gelek tişt girtine. Lê nivş bi nivş vê heqîqetê parastin tiştek pir giranbiha ye. Divê ji dil hîskirina vê teqez hebe. Ev hîsiyata ku sînoran datîne pêşiya çewtiyê, ji rastî, başî û xweşikahiyê re malovaniyê dike. Dema ev hîsiyat di hemû tevgerên mirov de xwe bide der, berhemên di asta xweşikahiya hunerî de derdikevin pêş.
Her kûrahiyeke hêstî û ramanî, asoyên gerdûna mirov fireh dike. Dergahên Tevgera Azadiyê yên ku em berê xwe didinê, tam jî hîmên xwe li ser çanda vê heqîqetê daniye. Berî ku rêya me li vê dergahê bikeve, di gelek warên jiyanî de fêhmkoriyek heye. Girêkên kor ên di jiyanê de piştî yek bi yek tên vekirin, di warê fikir û ramanî de sazûmankariyekê dide avakirin.
Rêbertiya me jî di gelek nirxandinên xwe de dema dibêje; “Divê tu dilê xwe paqij bikî, tu di dilê xwe de rastiya şehîdan bi cih bikî, divê dilê te axê, gerdûnê û xwezayê hîs bike” berê me dide vê rastiyê. Bedewiya vê axê, heqîqeta şehîdan wekî tîrêjên rojê dema xwe li eniya mirovan dide, ji wan hêstên pûç û vala dûrketinekê çêdibe. A girîng ev e. A ku me xweşik dike ev e. Di vê heqîqetê de hêst heye, raman heye û girêdan heye. Di girêdana çand, ziman, ax û gelek nirxên civakî de zêde hîsiyateke ji dilî nemaye.
Vê yekê jî polîtîkaya bişaftin û rizandinê hêj zêdetir kûr kiriye û kûrtir dike. Li ku derê rihetiyek hebe kesayetiya ji warê ramanî de ji van hêstan dûr, bi lez û bez xwe li wî alî digire. Reveke pir zêde ji nirxên neteweyî heye, pir rehetî adapteya çandek cuda bi xwe re tîne. Ev nêzikatiya ku mirovan matmayî dihêle, ji bo kesayetî qasî kirasekî li xwe kirin û ji xwe avêtinê hêsan bûye. Ne wekî xwe bûyîn dema kokên xwe kûr be, xwe ji nûve avakirin jî zehmet e.
Belê gelek tiştên ku me anîn ziman her çendî hin rastiyên jiyanê bin jî gelek aliyên erênî yên jiyanê jî hene û têkoşîna me ya azadiyê pêşengiya aliyên xweş û baş ên vê jiyanê dike. Ji dil hîsiyatek heye, têkoşînek heye. Peywira me ya esasî jî kedkariya vê kirin e û di her warî de sazîbûn vê mezinkirin e. Piştî naverok bê tijekirin, dê bi şênberî bê dîtin ku bihara welatê me bi gul û sosinan dê zêdetir bixemile.